Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 35 kes bi vîrusa koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li herêmê 35 kes bi vîrusa koronayê ketin û 3 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 35 kes bi vîrusa koronayê ketin
31 gulan, 2021   12:29
NAVENDA NÛÇEYAN

hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr.Ciwan Mistefa diyar kir ku 2 mêr li Hesekê û yek jî li Amûde bi vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane.

Mistefa piştrast kir ku li herêmê 17 mêr û 14 jin bi vîrusa koronayê ketin û ew jî ji van herêman in:

Hesekê: 8

Qamoşlo: 3

Dêrik: 4

Amûde: 3

Reqa: 11

Dêrazor: 3

Şehba: 1

Kampa Hol: 2

her wiha Mistefa diyar kir ku 6 ku pê ketibûn jî baş bûne.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara pêketiyên korona tevî van gihaşt 17 hezar û 857 kesan, ji wan 729 kesan jiyana xwe ji dest dane û hezar û 804 kes jî baş bûne.

(şx)

ANHA