El-Debîbe dê serdana Fransayê bike

Serokê hikumeta Lîbyayê Ebdulhemîd El-Debîbe îro bi serdaneke fermî dê biçe Parîsê.

El-Debîbe dê serdana Fransayê bike
31 gulan, 2021   12:23
NAVENDA NÛÇEYAN

El-Debîbe dê hevkariya leşkerî, ewlehî û aborî û bi taybet di aliyê petrol û gazê de nîqaş bike. Her wiha wezîrê karên derve, wezîrê parastin, aborî, veguhastin, petrol û tenduristiyê dê bi El-Debîbe re biçin Fransayê.

Duh di serlêdana Cezaîrê de, serokê hikumeta Lîbyayê Ebdulhemîd El-Debîbe ji serokê Cezaîrê Ebdulmecîd Tebûn xwest ku beşdarî lihevkirina neteweyî bibe.

(dm)