Kovan Kenho: Divê partiyên kurdî destekê bidin tevgera gel a li dijî dagirkeriyê

Sekreterê Partiya Roj a Demokratîk a Kurdî li Sûriyê, ji ber bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê nexasim PDK`ê li hember dagirkeriya Tirk, rexne kir.

Kovan Kenho: Divê partiyên kurdî destekê bidin tevgera gel a li dijî dagirkeriyê
31 gulan, 2021   12:04
NAVENDA NÛÇEYAN – EKREM BEREKAT

Artêşa Tirk a dagirker hemû cureyên çekên giran û pêşketî di êrişên li ser Başûr de ku di 23`yê Nîsanê de dest pê kir, bi kar tîne û hêzên HPG`ê jî bersiva êrişan didin.

Beriya demekê KCK`ê û HPG`ê bang li gelê Kurd û Kurdistanê kir ku li dijî êrişên li dijî hebûna Kurd li Kurdistanê serî hildin.

Bi berdewama êrişên hovane yên dewleta Tirk re, hikumeta Başûrê Kurdistanê û parlamentoya Başûr der barê êrişên dewleta Tirk de bê deng in.

PDK`ê  di 30`ê Gulanê de hêzeke leşkerî şand herêmê da ku rêya mertalên zindî yên ku li dijî dagirkeriya Tirk û êrişên wê dimeşin, asteng bike.

Gelê Başûrê Kurdistanê di 30`ê Gulanê de û bi dirûşma "Bijî berxwedana gerîla" meşek li dar xist. Meş ji bajarokê Koye ve dest kir û ber bi herêma Behdînanê ve çû, lê hêzên PDK`ê derfet nedan beşdaran ku bigihêjin navenda Asayîşa Dikli. Li gorî komîteya amadekar a çalakiyê ku berpirsên Asayîşê diyar kir ku ew li hêviya perspektîfan ji waliyê Hewlêrê ne.

‘DIVÊ LI ŞÛNA ASTENGKIRINÊ DESTEKÊ BIDIN XWEPÊŞANDANAN’

Sekreterê Partiya Roj a Demokratîk a Kurdî li Sûriyê Kovan Kenho diyar kir ku êrişên dewleta Tirk bi serkêşiya Erdogan li ser herêmên Kurdistanê ne tiştekî nû ye û îşaret bi avakirina dewleta Tirk ji baregehên leşkerî li ser xaka Başûrê Kurdistanê û wiha dewam kir: “Armanca sereke ji êrişan ku beşekî ji xaka herêma Başûrê Kurdistanê tev li xaka Tirkiyê bike wekî ku çawa li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê kir. Dewleta Tirk nêzî 30 km derbasî xaka Başûrê Kurdistanê bûye û zerarên mezin gihandiye herêma Behdînan û niştecihên wê.”

Kovan Kenho diyar kir ku êrişên ku dewleta Tirk pêk tîne ne rewa ne û tevî vê yekê jî hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê û hikumeta navendî ya Iraqê bê deng in. Kenho wiha dewam kir: "Gelê me li her çar parçeyên Kurdistanê nema vê siyasetê tehemul dike û zilm û koletiyê qebûl nake."

Kovan Kenho di axaftina xwe de bal kişand ser şêwazên PDK`ê nexasim ê dawîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Duh li Başûrê Kurdistanê meş hate lidarxistin û ber bi herêmên Behdînan ve çû da ku êrişên dewleta Tirk şermezar bike. Diviyabû ku partiyên kurdî li Başûrê Kurdistanê destekê bidin gel ne wan asteng bikin. Divê parî van meşan birêve bibin. Ev erka her partiyekê li hemû parçeyên Kurdistanê ye. Ji ber dewleta Tirk a dagirker êrişan ne li ser partî yan îdeolojiyekê pêk tîne. Armanca wê qirkirina Kurdan e û dîroka kurdî şahîda vê yekê ye. Dewleta Tirk ji beriya sedên salan ve êrişî Kurdan dike. Beriya ku PDK û PKK werin avakirin êrişî me dike."

(bx)

ANHA