Rojnameyên erebî: Hewldanên Misirê ji bo lihevkirineke giştî di navbera Îsraîl û Filistînê de

Rojnameyên erebî vê sibê behsa hewldana Misirê ya ji bo pêkanîna lihevkirineke giştî di navbera Îsraîl û Filistînê de, aloziya siyasî ya li Lubnanê û rewşa Yemenê kir.

Rojnameyên erebî: Hewldanên Misirê ji bo lihevkirineke giştî di navbera Îsraîl û Filistînê de
31 gulan, 2021   07:26
NAVENDAN NÛÇEYAN

`MISIR LIHEVKIRINA PEVGUHERTIN Û LIHEVHATINA HUNDIRÎN PÊŞKÊŞ DIKE`

Der barê rewşa Filistînê de rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Çavkaniyên filistinî yên li Ramallahê bi bîr xist ku gerinendeyê rêxistina îstixbarata giştî ya Misirê Ebas Kamil ji serdana xwe ya ji bo Îsraîlê, Ramallah û Xezayê ku niha pêk tê, armanc dike lihevkirineke giştî pêk were. Li gorî lihevkirinê, dê Îsraîl li bermaberî rawestandina êrişan ji aliyê filistîniyan ve, temamkirina lihevkirina pevguhertinê û destpêkirina xebatên ji nû ve avakirinê, tevgerên xwe yên provokatîf li Quds û li Xezayê yên li dijî Hemasê û fermandarên wê û avakirina mêtingehan li Xezayê rawestîne. Çavkaniyan diyar kir ku Misir ji vê yekê dixwaze xeteke siyasî ya nû dest pê bike.

Ebas Kamil duh li Til Evîv û Ramallahê dest bi dan û standin kir. Destpêkê bi serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re li avahiya ku Netanyahu li Qudsê lê dimîne, çêkir. Tê payîn ku Kamil îro bigihêje Xezayê.”

`JI BO AVAKIRINA HIKUMETA LUBNANÊ DERFETA DAWÎN`

Têkildarî kar û barên Lubnanê rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Derdorên siyasî yên Lubnanê dibêjin ku ev hefte gelek girîng e ku serokê parlamentoya Lubnanê Nebîh Berî hewl dide astengiyan derbas bike da ku hikumeteke nû bi serkêşiya Seed El-Herîrî were avakirin. 

Gelek aliyên hundir, di nav de Hizbullah û Partiya Pêşverû ya Komunîst û aliyên derve mîna Amerîka û Fransayê, piştgiriya tevgerên Berî dikin.

Aliyên siyasî diyar kir ku ev tevger derfeta dawîn a avakirina hikumetê ye û metirsiyên xwe yên der barê binxistina wê de ji aliyê serokê Şepêla Nîştimanî ya Azad Cibran Pasîl ve rave kirin.”

`JI BO NÎQAŞKIRINA PLANA AŞTIYÊ GRIFFITHS GIHAŞT SENAYÊ`

Girêdayî rewşa Yemenê rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Nûnerê navneteweyî yê ji bo Yemenê Martin Griffiths duh gihaşt Senayê. Piştî zêdetirî salekê ev serdana yekemîn a Griffiths e, bi taybet piştî zextên navneteweyî ku di encamê de milîsên Hûsî yên îranî neçar man helwesta xwe ya redkirina pêkanîna dan û standinan bi Griffiths re biguherînin.

Li gorî çavkaniyên siyasî ji serdana Griffiths tê armanckirin ku milîsên Hûsî agirbestê qebûl bikin.”

(şx)