Cotkarên Hesekê ku xisar dîtine, bang li Rêveberiya Xweser kir

Cotkarên gundewarê başûrê Hesekê ji ber hişkesaliyê li herêmê gelek xisar dîtin, li aliyekî din jî donimeke ji zeviyên avî kêmtirî 50 kîlogram berham da. Cotkaran li ser vê yekê banga alîkariyê li Rêveberiya Xweser kir.

Cotkarên Hesekê ku xisar dîtine, bang li Rêveberiya Xweser kir
31 gulan, 2021   07:17
HESEKÊ – BASIM EL-DEXÎL

Gundewarên başûrê Hesekê herêmeke çandinî ye ku gelek cûreyên çandinî lê heye û ji her donimekî re miqdareke baş a berhem tên wergirtin.

Ji navçeya El-Erîşe ya 30 kîlometre dikeve başûrê bajarê Hesekê heta navçeya Siwer a Dêrazorê, şênî di avdana zeviyên avî de xwe dispêrin ava çemê Xabûrê ku damara sereke ya çandiniyê li herêmê ye.

Li gel çemê Xabûrê, li deverên Ebû Fas û Elûs ên 25 kîlometreyan dikevin rojavayê Şedadê, her wiha herêmên Um Hecera û El-Deşîşe ên 40 kîlometre dikevin başûr rojhilatê Şedadê bîrên tirwazî hene ku ji bo çandiniyê têne bikranîn.  Li gel zeviyên avî bi hezaran hektar zeviyên bejî jî hene.

Cotkarê bi navê Feysel El-Hemdiye yê ji gundewarên navçeya Şedadê ye got: "Îsal me gelek xisar dît.  Berhemên her donimeke zevî li gorî par 50 kîlogram derbas nekir. Ev berhem ne li gorî lêçûna çandinî, heqdestê deraseyanû pêwîstiyên veguhestinê ye."

El-Hemdiye destnîşan kir ku ji  kêmbûna berhem zêdetir, nexweşî di nav çandiniyê de derketin û wiha got: "Vê yekê hişt ku berhem di sûkên herêmî de neyên firotin lê wekî êm hatin firotin. Ev yek jî gelek xisar gihand cotkaran ku neçar dimînin ku heqdestê patozê bi buhayekê bilind ji bo her donimeke zevî bi 14 hezar lîreyên Sûriyê ji bêrîka xwe bide, anku ji buhayê ku Rêveberiya Xweser diyar kiriye zêdetir bide."

Komîteya Çandiniyê buhayê çinîna her donimek zevî bêyî kayê bi 12 hezar lîreyên Sûriyê û tevî kayê bi 6 hezar lîreyên Sûriyê diyar kiribû.

/ar/uploads/files/2021/05/31/061203_fysl-alhmdyh-.webp

Feysel El-Hemdiye bang li Rêveberiya Xweser kir ku destekê bidin cotkaran, tovan li wan belav bike da ku di sala bê de li çandiniyê vegerin.

Mihemed El-Elî ku xwediyê deraseyekê ye got ku ji ber ku sotemeniya ku komîteya çandiniyê ji cotkaran re pêşkêş dike kêm e, ew neçar dimînin ku bi buhayên bilind ji sûkên derve bikirin û ev yek jî dibe sedem ku li gorî buhaya ku ji aliyê komîteya çandiniyê ve hatiye diyarkirin, tevnegerin.

/ar/uploads/files/2021/05/31/061216_mhmd-alaly-.webp

El-Elî got Komîteya Çandiniyê her donimeke bi buhayê ne li gorî sererastkitina deraseyan ku parçeyên wê bi dolar têne kirîn, diyar kiriye. Ev yek jî dihêle ku li gorî par tekulfeya wê zêde bibe.

El-Elî wiha domand: "Buhayê ku ji aliyê Komîteya Çandiniyê ve hatiye diyarkirin zerareke mezin dide me. Ji ber ku xwediyê deraseyan heqdestên xebatkaran ji ajokar, nanpêj û karkerên çinînê û buhayê veguhestinê yên bi deraseyê re dide."

Di dawiyê de El-Elî got, zerara îsal gihaşt cotkar û xwediyên deraseyan û bang li aliyên pêwendîdar ên di Rêveberiya Xweser de kir ku hevkariya cotkar û xwediyên deraseyan bikin da ku zerarên kêm bigêje wan.

Komîteya Çandiniyê ya Şedadê diyar kir xwendiyên deraseyan li gorî belgeyên fermî girêdayî hejmara hektranên çinînê û di çarçoveyê tedbîrên fermî de da ku xerçkirina bê sedem çênebe para xwe ji stomeniyê bi temamî werdigirin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/qsOkl8Dp2bw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>