Êzidiyên Efrînê li dijî guhartina demografî ya li herêmên meşiyan

Bi sedan êzidiyên Efrînê bi meşekê nerazîbûn nîaşanî siyasetên guhertina demografî ya li herêmê dan.

Êzidiyên Efrînê li dijî guhartina demografî ya li herêmên meşiyan
Êzidiyên Efrînê li dijî guhartina demografî ya li herêmên meşiyan
Êzidiyên Efrînê li dijî guhartina demografî ya li herêmên meşiyan
Êzidiyên Efrînê li dijî guhartina demografî ya li herêmên meşiyan
Êzidiyên Efrînê li dijî guhartina demografî ya li herêmên meşiyan
Êzidiyên Efrînê li dijî guhartina demografî ya li herêmên meşiyan
Êzidiyên Efrînê li dijî guhartina demografî ya li herêmên meşiyan
30 gulan, 2021   17:42
ŞEHBA

Yekitiya Êzidiyan a Kantona Efrînê ji bo şermezarkirina siyaseta guhartina demografiyê ya ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê pêk tîne meşek li dar xist. Di meşê de bang li rêxistinên mafên mirovan û yên hiqûqî hate kirin ku erka xwe bi cih bînin û hesab ji dewleta Tirk bixwazin.

Meş bi dirûşmeya"Efrîn rûmeta me ye em canfedayî Efrînê ne" hate lidarxistin. Bi sedan şêniyên herêma Efrînê ji qada Bazar a navçeya Til Rifetê dest bi meşê kirin. Di meşê de alên Yekitiya Êzidiyan a Kantona Efrînê, alên Yekitiya Jinên Azad, wêneyên rêber Abdullah Ocalan û şehîdên Berxwedana Serdemê hatin hildan û sloganên"Na ji guhartina demografiya herêmê re" û "Bijî berxwedana şêniyên Efrînê ya li kampan" hatin berzkirin.

Şênî li kolanên navçeya Til Rifetê geriyan û berê xwe dan çerxerêya Şehîdan a Til Rifetê û li wir deqeyeke rêz girtin, dûvre Hevseroka Yekitiya Êzidiyan a Kantona Efrînê Sûad Hiso axivî û got: "Sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li pêşniya berxwedana şêniyên Efrînê nebûn kelem. Şêniyan ji kamp û malên nîv kavilkirî berxwedana têkbirina dagirkeriyê û rizgarkirina bajarên xwe dimeşînin."

Sûad ev gotin li axaftina xwe zêde kir:"Li kêleka topbarana bêserûber a rojane ya li dijî şêniyên herêma Efrînê yên koçberî Şehbayê bûn, dewleta Tirk a dagirker ji beriya demekê ve dest bi siyaseta guhartina demografî kir, welatî koçber kir û li gelek gundan, jê gundên êzidiyan avahiyên mêtîngeriyê ava kirin."

Sûad guhertina demografî û avakirina avahiyên mêtîngeriyê şermezar kirin û got, ew ê li hemberî van siyasetan berxwedana xwe bidomînin.

Sûad Hiso bang li rêxistinên mafên mirovan û yên hiqûqî kir ku rola xwe ya mirovî û hiquqî bi cih bîne û hesab ji Tirkiyê û çeteyên wê bixwaze.

Çalakî bi berzkirina diruşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê û şermezarkirina dewleta Tirk bi dawî bû.

(eh)

ANHA