Ciwanên Efrînê ji bo rêgirtina li pêşiya belavkirina hişbirê însiyatîfek li dar xist

Komîteya Ciwanên Şoreşger a herêma Efrînê, ji bo sekinandina belavbûna madeyên hişbirê bi taybet di nava ciwanan de, îro hemleyek da destpêkirin. 

Ciwanên Efrînê ji bo rêgirtina li pêşiya belavkirina hişbirê însiyatîfek li dar xist
27 gulan, 2021   12:51
ŞEHBA

Ev hemle wek însiyatîfekê ji hêla ciwanên Efrînê ve di çarçoveya çalakiyên ciwanan de yên ku Meclisa Kantona Şehbayê di meha Adarê de bi dirûşma “Têkoşîna ciwanan ber bi zemîna civakî ve” dest pê kiriye. 

Hemla dê 2 rojan bidome, di roja yekemîn de dê zêdetirî hezar belavok û pankart li gundên Ehrez, Fafîn, Til Rifetê, Ehdas û Kefernayayê yên girêdayî kantona Şehbayê werin belavkirin û daliqandin.

Di roja duyemîn de jî bi amadebûna ciwanan semîner dê werin lidarxistin. Di semîneran de sedemên belavbûna madeyên hişbirê, rêbazên sekinandina wê û çareserkirina van sedeman dê werin şîrovekirin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/2ySAVN-9uE4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>