QSD`ê li gundewarên rojavayê Dêrazorê 24 çeteyên DAIŞ`ê girtin

QSD`ê ragihand ku hêzên wan 24 çeteyên girêdayî DAIŞ`ê, di nav de kujerên endamê Meclisa Qanûnsaz a Dêrazorê Mûeyed El-Reyaş, girtine û hejmareke mezin ji çek, madeyên hişbir û alavên pêwendiyê desteser kirine.

QSD`ê li gundewarên rojavayê Dêrazorê 24 çeteyên DAIŞ`ê girtin
24 gulan, 2021   08:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê bi daxuyaniyekê ku li ser malpera xwe ya fermî weşand, got: "Bi beşdarbûna hêzên Ewlekariya Hundirîn, hêzên me di 23`yê Gulanê de dest bi operasyoneke berfireh li dijî şaneyên terorîstên DAIŞ`ê li herêma Cizret Bû Hemîd a gundewarên rojavayê Dêrazorê û kampên bê ser û ber ên li derdora wê kir."

Navendê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku operasyon piştî ku çalakiyên DAIŞ`ê û hin aliyên din li dijî rûspî û şêxên herêmê, her wiha li dijî xebatkarên saziyên xizmetê û kadroyên perwerdeyê zêde bû û li ser xwesteka şêniyan, pêk hat.

Li gorî navendê operasyon li dijî 53 nuqteyan, di nav de kampên koçberan ku çeteyên DAIŞ`ê ji xwe ji bo xweveşartinê, çêkirina mayinan û perwerdekirina terorîstan bi kar tanîn, hate kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di operasyonê de 24 terorîst, di nav de 3 terorîstên ku endamê Meclisa Qanûnsaz a Dêrazorê Mûeyed El-Reyaş roja çarşema borî kuşt, girtine.

Navendê tekez kir ku hêzên wan hin planên terorîstî têk birin û wiha domand: "Hêzên me hejmareke ji bombeyên destan, kalaşnîkov, alavên pêwendiyê, kaxezên îsbatkirinê, planên hin operasyonên terorîstî, her wiha çekên leşkerî û madeyên hişbir, desteser kirin."

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê di dawiyê de tekezî li ser têkoşîna li dijî şaneyên DAIŞ`ê û aliyên din ku dixwazin bi aramî û ewlehiya herêmê bilîzin û geşkirina ku saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne asteng dikin, kir.

(bx)

ANHA

<iframe width="640" height="360" src="https://www.youtube.com/embed/H1xkQ3nFlvU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>