Li Hesekê çewlikeke mirîşkan hate vekirin

Rêveberiya Giştî ya Çandinî û Sewaldariyê ya Hesekê yekemîn çewlika mirîşkan vekir.

Li Hesekê çewlikeke mirîşkan hate vekirin
Li Hesekê çewlikeke mirîşkan hate vekirin
Li Hesekê çewlikeke mirîşkan hate vekirin
Li Hesekê çewlikeke mirîşkan hate vekirin
Li Hesekê çewlikeke mirîşkan hate vekirin
Li Hesekê çewlikeke mirîşkan hate vekirin
22 gulan, 2021   12:46
HESEKÊ

Îro li bajarokê Tiwêna yê girêdayî Hesekê bi armanca daxistina buhayên goştê mirîşkan û hêkan, çewlikeke mirîşkan (mefqese) ango cihê kurkkirina mirîşkan û derxistina çêçikan, hate vekirin.

Li sûkên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piraniya kel û pelan biha bûne, nexasim goşt ku ji girîngtirîn madeyên xwarinê ye.

Têkildarî mijarê gerîndeyê projeyê Ebdulqadir Hopan got armanca wan ji projeyê ew e ku buhayên goşt li herêmê erzan bikin. Hopan got: “Li Hesekê mîna vê projeyê tune ne û beşek ji projeyên ku dê xebat li ser wan were kirin, mîna kargeha êm û mefqeseyên din li Qamişloyê ye."

Ebdulqadir Hopan diyar kir ku berhemên çewlikê dê li herêmê bên belavkirin.

Di merasîma vekirinê de deriyê çewlikê ji aliyê endama Saziya Geşkirina Sewaldariyê ya Hesekê Zehra Nûman ve hat vekirin. Paşê hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Selman Barûdo axivî û got proje ji bo ximzeta gel e.

(bx)

ANHA