Dagirkeran li pey xwe gelek alavên leşkerî hiştin û reviyan

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker dema ku xwest li Girê Zendûra yê Metînayê têkeve tunelên şer, li hemberî berxwedana gerîlayan gelek alavên leşkerî li pey xwe hiştin û reviyan.

Dagirkeran li pey xwe gelek alavên leşkerî hiştin û reviyan
22 gulan, 2021   13:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Cenga Xabûrê diyar kir ku îro di danê nîvro de piştî êrişa hawayî ya giran a li ser tunelên şer ên Girê Zendûrayê, leşkerên Tirk ên dagirker xwestin saet di 13.00’an de têkevin tunelên şer.

Fermandariyê diyar kir di tunelê de di navbera gerîla û dagirkeran de şerekî giran çêbû, dagirkerên ku derbeke giran xwarin, neçar man ku ji tunelên şer derkevin.

Fermandariyê diyar kir ku dagirkeran gelek alavên leşkerî li pey xwe hiştine û reviyane.

Li gorî agahiyên dawîn herêm a niha tê bombebarankirin.