Artêşa Tirk xwe li ber berxwedana gerîla ranagire, çekên kîmyewî bi kar tîne

Artêşa Tirk a dagirker li hember berxwedana gerîlayan têk diçe û çekên kîmyewî bi kar tîne. Der barê van sûcên şer de ku  di rojnameyên cîhanê de jî cih girt, fermandarê NPG’ê Murat Karayilan da zanîn ku 7 gerîlayên li herêma Mamreşo ya li çiyayên Zagrosê şehîd bûbûn, bi çekên kîmyewî hatine qetilkirin.

Artêşa Tirk xwe li ber berxwedana gerîla ranagire, çekên kîmyewî bi kar tîne
20 gulan, 2021   02:36
NAVENDA NÛÇEYAN - ZANA DENÎZ

Berxwedana dîrokî ya gerîla ya li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Avaşîn, Zap û Metînayê didome. Dewleta Tirk a dagirker, bi bikaranîna çekên kîmyewî careke din sûcên li dijî mirovahiyê dike.

Lê belê ev ne cara yekê ye ku dewleta Tirk bi berxwedana gerîla re rû bi rû ye, dewleta Tirk li dijî têkoşîna gerîla gelek çekên kîmyewî bi kar anîn û sûcên li dijî mirovahiyê kirin. Di êrişên dagirkirina Efrîn û Serêkaniyê de jî heman rêbaz bi kar anîn.

Bikaranîna van çekan a li dijî gelê Kurd û têkoşîna azadiyê di rapora “Bikaranîna Çekên Kîmyewî” ya ji Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê ve di sala 2011'an de hat eşkerekirin. Di raporê de hat destnîşankirin ku artêşa Tirk ji sala 1994'an heta 2011'an 46 caran çekên kîmyewî bi kar anîne û di encamê de 437 kes hatin qetilkirin. Detayên raporê wiha ne:

Li dijî gerîla bikaranîna çekên kîmyewî: 39

Bikaranîna çekên kîmyewî li dijî xwezayê: 5

Bikaranîna çekên biyolojîk: 2

Hejmara kesên ji ber bikaranîna çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest daye: 437

Hejmara heywanên ku ji ber çekên kîmyewî de hatine telefkirin: 134

LI ŞIRNEXÊ JÎ HEMAN REWŞ HEBÛ

Di raporê de yek ji mînakan jî pevçûna di 11’ê Gulana 1999’an de li nêzî gundê Ballikaya yê navçeya Silopî ya Şirnexê bû. Pevçûna di navbera artêşa Tirk û hêzên gerîla de jî bi encamên laboratarê re îspat bû ku 20 gerîla bi çekên kîmyewî hatine kuştin. Rapora ku piştî lêkolîna li laboratuara krîmînal a li Almanyayê hat amadekirin û tê de hate gotin ku di materyalê (tup) de gazeke kîmyewî hebû ku kujer e.

ÇEKÊN KÎMYEWÎ HATIN TESPÎTKIRIN LÊ TU CEZA NEHATIN FERZKIRIN

Li navçeya Çelê ya Colemêrgê di şerê sala 2009’an de 8 gerîla bi çekên kîmyewî hatin şehîdkirin. Bang li saziyên navneteweyî, parêzvanên mafên mirovan û siyasetmedaran hate kirin ku lêkolînê bikin. Di encama van hewldanan de bi rapora Zanîngeha Hamburgê hate îspatkirin ku artêşa Tirk çekên kîmyewî bi kar anîne. Pisporê bi navê Hans Baumann ê ku dîmenên komkujiyê lêkolîn kirin, îspat kir ku wêneyên rast in û nexweşxaneya Zanîngeha Hamburgê ragihand ku gerîla bi çekên kîmyewî hatine bombebarankirin.

Di 31’ê Tîrmeha 2011’an de li navçeya Şemzînan a Colemêrgê Bedran Kaya hate kuştin lê li ser laşe wî tu şopên guleyan tune bûn û ev bûyer jî ji bo bikaranîna çekên kîmyewî wek sûcekî din ê şer hat qeydkirin.

https://www.demokrathaber.org/guncel/ihd-437-gerilla-kimyasal-silahla-olduruldu-h3590.html

LI EFRÎNÊ GAZA KLORÊ HAT BIKARANÎN

Di 16'ê Sibata 2018'an de dewleta Tirk gaza klorê li gundê Erendê yê navçeya Şiyê bi kar anî û di encamê de 6 sivîl birîndar bûn. Li gorî qeydên Nexweşxaneya Avrîn a Efrînê navên sivîlên ku di encama êrişa bi gaza klorê de birîndar bûne, wiha ne: Mehmûd Reşîd Hesûn (33), Wedah Mustefa Xelîl (35), Ehmed Mihemed Hemo (38), Ednan Osman Şalîlko (35) û Mihemed Arif Heqî (43).

Li gorî rêveberiya Nexweşxaneya Avrînê, di encama lêkolînên wan de hatiye tespîtkirin ku di êrişê de gaza klorê hatibû bikaranîn.

Di sala 1997’an de 192 dewletan peymana ku hilberandin, depokirin û bikaranîna çekên kîmyewî qedexe dike, îmze kir lê ev mînak nîşan didin ku artêşa Tirk a dagirker li gorî vê peymanê gendelî kiriye. Peyman ji aliyê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ve tê birêvebirin.

/tr/haber/isgalciler-gecen-yil-bugun-efrnde-kimyasal-silah-kullanmisti-h11135.html

LI SERÊKANIYÊ ÇEKÊN KÎMYEWÎ

Her wiha di çapemeniya navneteweyî de hate ragihandin ku Artêşa Tirk û çeteyên wê di êrişên dagirkeriyê yên 9 'ê Cotmeha 2019'an de li dijî Serêkaniyê çekên kîmyewî bikar anîn. Di encama bikaranîna dewleta Tirk a çekên kîmyewî de gelek kes bi şewitandinên kûr re rû bi rû man û ajansa me wêne û wêneyên Mihemed Hemîd (13) ji wan weşand û belgeyên sûcên dewleta Tirk pêşkêşî cîhanê kirin û ev agahî jî ji aliyê gelek ajansên nûçeyan ên navneteweyî ku di nav de Rojnameya Guardian, EuroNews, The Times û Business Insider jî hene, hatin belavkirin. Rêxistina Efûyê her wiha dewleta Tirk sûcdar kir ku sûcên şer dike. OPCW diyar kir ku wê agahiyên li ser malperê lêkolîn bikin.

Dewleta Tirk di 13 'ê Cotmehê de li Serêkaniyê ku bi fosfora spî ya qedexekirî sivîl hedef digirtin, tevî ku di êrişa bi çekên kîmyewî de zarok jî di nav de bi dehan kes birîndar bûn jî sûcdariya xwe red kir. OPCW diyar kir ku ew ê agahiyên li ser malperê lêkolîn bikin, sefîrê Tirkiyeyê yê laheyê Saban Gear jî di 17 'ê Cotmehê de 30 hezar Euro daye OPCW ku di çêkirina Navenda Kîmya û Teknolojiyê de bê bikaranîn. Sûcê şer ê dewleta Tirk a dagirker ku çekên kîmyewî bi kar tîne bi vî rengî hate nixumandin, tevî ku mexdûrên êrişê li pêş çavên her kesî bûn.

/tr/haber/turk-devleti-kimyasal-silahlarin-yasaklanmasi-orgutune-rusvet-mi-odedi-h19489.html?fbclid=IwAR3irlOb1ptfQHnD1YL1H9_toK8Jfm_wqx-siSVpsdkuL9NUGvfyNkdK3Io

LI GARÊ JÎ HEMAN TIŞT

Artêşa Tirk di 10-14 ' ê Sibatê de jî di êrişa li hember Garê ya girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê de çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar anî "Kampa ku girtî lê tên girtin li herêma Siyanê ya herêma Garê hatiye. Lê belê tevî ku di ser re 3 roj derbas bûne jî li kampa girtîgehê û derdora wê bêhneke giran a gaz û kîmyewî tê. Artêşa Tirk a faşîst ji ber bikaranîna çekên kîmyewî nikare têkeve kampê ku li dijî vê kampê weke sûcên şer tê dîtin û qedexe ye bê bikaranîn Dibe ku her kesên li vê kampê, piştî ku ji ber gaza kîmyewî hatin kuştin, gule li wan hatiye reşandin. Ev semptomên destpêkê yên gihaştine hev in."

KARAYILAN: KESÊN DIXWAZIN LÊPIRSÎNÊ BIKIN, DIKARIN BIÇIN Û LÊKOLÎNÊ BIKIN

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Murat Karayilan di bernameyeke taybet a li ser Stêrk TV de êrişên dagirkeriyê yên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê nirxandin û destnîşan kir ku artêşa Tirk li pêşberî berxwedana gerîla nikare bi pêş ve here. Karayilan diyar kir ku artêşa Tirk nikare berxwedanê bişikîne û çekên kîmyewî bi kar tîne û got her 7 gerîlayên li herêma Mamreşo ya çiyayên Zagrosê şehîd bûne, bi çekên kîmyewî hatine kuştin. Karayilan îşaret ê kir ku dewleta Tirk bi belavkirina propagandayan windahiyên xwe vedişêre û got: "Dijmin li dijî van hevalan çekên kîmyewî bi kar anîn. Li ser bedena wan tu şopa guleyan tunebû. Dijmin cenazeyê van hevalan girt û yên dixwazin lêkolîn bikin dikarin cenazeyên van hevalan lêkolîn bikin. Serhat Cîger (Kamûran Alpsar), Rûken Zagros (Seher Bîngol), Sarya Diyar (Bişeng Hezer), Canfeda Hesekê (Şehbaz Îzettîn Seydo), Xebat Aso (Ubeyt Mevludi), Zafer Tolhildan (Mehmet Abdulkadir Huseyîn) û Kamûran Amed (Mustafa Şîmşek) li Mamreşoyê berxwedaneke dîrokî nîşan da.”

https://anfturkce.com/dunya/karayilan-turk-devleti-tikandigi-yerlerde-kimyasal-kullaniyor-156411

Gelek bikarhênerên medyaya civakî yên li Kurdistan û Ewropayê taga #TurkeyUsesChemicalWeapons belav kir û got di êrişa artêşa Tirk a dagirker a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Rojnameya Brîtanyayê Morning Star di nûçeya xwe ya 23'yê Nîsanê de ragihandibû ku di êrişên li hemberî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn de çekên kîmyewî hatine bikaranîn.

BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ DI ROJEVA CÎHANÊ DE

Rojnameyê ragihand ku dewleta Tirk di 3'yê Gulanê de li herêma Avaşînê li dijî gerîlayên HPG'ê çekên kîmyewî bi kar anîne û wêneyên gerîlayên kuştî û hevpeyvînên li ser mijarê bi rayedarên KCK'ê re, dan.

Ji aliyekî din ve komeke nivîskar û akademîsyenan li ser malpera înternetê ya https://stop-turkish-invasion.com/ ji bo rawestandina operasyonên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê kampanyaya îmzeyan da destpêkirin.

Îmzeyên hatine berhevkirin dê ji sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antnio Manuel de Oliveira Guterres, seroka Meclisa Nûneran a Dewletên Yekbûyî Nancy Patricia Pelosi, seroka Komîsyona Yekitiya Ewropayê Ursula von der Leyen, serokê DYA’yê Joe Biden, serokkomarê Iraqê Berhem Salih, serokê Meclisa Iraqê Mûhammed El Halbûsî, serokwezîrê Iraqê Mistafa Kazimî, wezîrê karên derve yê DYA’yê Antony Blinken, nûnerê bilind ê karên derve û polîtîkaya ewlekariyê yên Yekitiya Ewropayê Josep Borrell, sekreterê giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebul Xeyt û serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokê parlamentoya Başûrê Kurdistanê Rêwaz Faîq re bên şandin.

ANHA