Li Helebê, bi boneya Cejna Zimanê Kurdî şahiyek hate orgenîzekirin

Bi dirûşma "Ziman kevirê bingehîn ê pêşketin û pêşvebirina civakê ye" Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê bi boneya Cejna Zimanê Kurdî şahiyek  li dar xist û piştrast kir ku dê têkoşîna ji bo geşkirin û xurtkirina zimanê kurdî bilind bike.

Li Helebê, bi boneya Cejna Zimanê Kurdî şahiyek hate orgenîzekirin
Li Helebê, bi boneya Cejna Zimanê Kurdî şahiyek hate orgenîzekirin
Li Helebê, bi boneya Cejna Zimanê Kurdî şahiyek hate orgenîzekirin
Li Helebê, bi boneya Cejna Zimanê Kurdî şahiyek hate orgenîzekirin
Li Helebê, bi boneya Cejna Zimanê Kurdî şahiyek hate orgenîzekirin
15 gulan, 2021   17:48
HELEB

Bi sedan xwendekar û malbatên wan, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî yên taxê beşdarî Şahiya ku li dibistana Rifet Hec Sirî ya aliyê rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê hate orgenîzekirin, bûn.

/ar/uploads/files/2021/05/15/165740_fatmh-kwshan.webp

Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre Hevserokê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Fatme Koşan bi zimanê kurdî û endama Kongreya Star Roşîn Silêman jî bi zimanê erebî axivîn.

/ar/uploads/files/2021/05/15/165723_rwshyn-slyman.webp

Axîveran destnîşan kir ku zimanê kurd ji hêla hêzên dagirkir û rejîmên faşîst ve yên ku Kurdistan parç kiriye rastî gelek qirkirinan hat, da ku nasnameya gelê Kurd biçewisînin. Lê gelê Kurd parastina hebûna xwe kir û bi hemû hêza xwe bi zimanê xwe ve girêdayî bû û parastina wê ji qirkirinê kir.

Axîveran destnîşan kir ku divê têkoşîna ji bo xurtkirina zimanê kurdî berdewam bike û tevî rêbazên çewisandin, zilm û kiryarên nijadperestiyê divê her tim ji bo pêşketina ziman û wêjeya kurdî bi israr bin.

Di şahiyê de koma Kulîlkên Pêşerojê ya Zarokan û koma Şehîd Vajîn ên girêdayî navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê stran pêşkêş kirin.

Çend mamosteyên Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk jî helbestên têkildarî girîngiya zimanê kurdî ji bo gelê Kurd xwendin.

Şahî bi gerandina govend û stranên şoreşgerî bi dawî bû.

(eh)

ANHA