​​​​​​​QSD: Xebatên jinûve sererastkirina girtîgehên DAIŞ'ê bi dawî bûn

QSD'ê ragihand ku xebatên jinûve rêxistinkirin û sererastkirina girtîgehên çeteyên DAIŞ'ê bi dawî bûn û got, di dema sererastkirinê de, çeteyan hewl dan êriş bikin û reveke girseyî pêk bînin. QSD'ê banga avakirina dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina çeteyan kir.

​​​​​​​QSD: Xebatên jinûve sererastkirina girtîgehên DAIŞ'ê bi dawî bûn
13 gulan, 2021   14:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî a Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî li ser malpera xwe ya fermî weşand. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Di dîroka di navbera 07 – 12'ê Gulanê de, saziyên erkedar bi alîkariya Yekîneyên Antî -Teror yên girêdayî hêzên me û bi piştgiriya aktîf a Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê li zindana Hesekê gelek kar û xebatên jinûve rêxistinkirin û sererastkirina zindanê pêk anîn. Yekîneyan careke din avahiyên zindanê, rêxistinkirina girtiyên DAIŞ'ê, ji nû ve belgekirina nasnameyan û rewşa ewlehiyê a hundirîn li ber çavan derbas kirin û sererastkirinên pêwîst pêk anîn.

Di çarçoveya pêşîlêgiritina li ber vîrûsa Koronayê de, tîmên tenduristiyê yên girêdayî hêzên me girtiyên zindanê careke din di kontrolê re derbas kirin û rewşa wan a tenduristiyê di ber çav re derbas kirin. Her wiha di zindanê de operasyoneke sterilîzasyonê hate kirin û sedemên belavbûna nexweşiyan heta astekî hat kêm kirin. Hêzên me xebatên xwe yên di hundirê zindanê de bi awayekî serkeftî bi encam kirin, lê belê dema ku ev xebat dihat meşandin eşkere bû ku terorîstên DAIŞ'ê di hundirê zîndanê de hewildanên wan yê ku êrişî personelên ewlekariyê bikin û ji zindanê revekî girseyî bikin hate eşkerekirin. Ji bo vê plana xwe pêk bînin hejmarekî zêde yê malzemeyên wekî şûr, kêr û hwd amade kiribûn da ku bi kar bînin û ev jî hatin desteserkirin. Her wiha hate tespîtkirin ku dîwarê di navbera odeyan de, bi taybet jî di navbera xwe û beşa ku ciwanên DAIŞ'ê tê de ne de kun kirine, derbasî vê beşê dibin û wan ciwanan careke din li ser fikirê xwe perwerde dikin. Ji bo vê jî mûdaxaleyê pêwîst hate kirin û tedbîrên pêwîst hatine girtin.

Hêzên me yên ku hemû erkên xwe yê mirovî pêk tîne û li gorî qanûnên navneteweyî yên şer tev digere, careke din erka xwe ya exlaqî teqez dike û baldariya xwe ya ewlehiyê piştrast dike.

Bi vê boneyê, em careke din bang li civata navneteweyî dikin ku erka xwe ya pêwîst a li beramberî vê pirsgirêkê pêk bîne û dadgehekî navneteweyî ku çeteyên DAIŞ`ê yên li heremên me hatine girtin lê werin dadgehkirin ava bike. Ev dadgeh wê bibe bersiva herî guncav ji bo bidestxistina edaletê û pêkanîna daxwazên xizmên qurbaniyên terora DAIŞ'ê ji bo dadgehkirinekî bi edalet û encamgir."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/wspXMo1g_Ts" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>