​​​​​​​Hec Îsa: Ji bo pêkanîna aştiyê li Sûriyê divê îtîraf bi Rêveberiya Xweser were kirin

Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyên Dîplomatîk a PYD'ê ya herêma Firatê Bekir Hec Îsa got, dema hatiye ku îtîraf bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê were kirin û diyar kir ku çareserkirina aloziya Sûriyê ne li Astana û ne jî li Cinêvê ye, çareserî di yekitiya gelê Kurd de ye.

​​​​​​​Hec Îsa: Ji bo pêkanîna aştiyê li Sûriyê divê îtîraf bi Rêveberiya Xweser were kirin
8 gulan, 2021   04:29
KOBANÊ – NÎHAD KERHO

10 sal in di ser aloziya Sûriyê re derbas bûn û hîna tu asoyên çareseriyê nexuya ne. Di nava val salan de îsbat bû tecrubeya Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye rûniştandin ya herî serkeftî ye, berovajî herêmên din ên Sûriyê yên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin û herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de ku Rûsya û Îranê lê hene ye.

Siyasetmedarên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar dikin ku dem hatiye ku îtîraf bi Rêveberiya Xweser re were kirin, ji ber ku heger îtîraf pê were kirin dê bibe beşek ji çareseriya aloziya Sûriyê.

'ÇARESERKIRINA ALOZIYA SÛRIYÊ NE LI ASTANA Û NE JÎ LI CINÊVÊ YE'

Têkildarî mijarê Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyên Dîplomatîk a Partiya Yekitiya Demokratîk ( PYD) ya herêma Firatê Bekir Hec got: "Piştî derbasbûna 10 salan, ji her kesî re îsbat bû ku çareserkirina aloziya Sûriyê ne li Astana û ne jî li Cinêvê ye, lê belê di yekitiya pêkhateyên gelê Sûriyê de ye. Divê her kes zanibe ku çareserî divê siyasî be ne leşkerî be."

Bekir Hec Îsa diyar kir ku civînên  li ser asta navneteweyî yên bi armanca çareserkirina aloziya Sûriyê bêyî beşdarkirina nûnerên Rêveberiya Xweser şaştiyeke mezin e û aqûbetê wê binkeftin e û wiha domand: "Ev rêveberî nûnertiya zêdetirî 5 milyon kes li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, dûrxistina wê tê wateya dûrxistina beşek mezin ji pêkhateyên gel û gûrkirina aloziyê ye."

Hec Îsa di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku divê Koalîsyona Navneteweyî têkiliyên xwe bi Rêveberiya Xweser re zêdetir bike, ji ber têkiliyên bi rêveberiyê re li ser esasê şerê li dijî DAIŞ'ê têrê nakê. Hec Îsa her wiha got: "Divê têkilî bibin siyasî jî, da ku destkeftiyên ku ser erdê hatin bidestxistin, ji paqijkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ'ê werin parastin."

Bekir Hec Îsa destnîşan kir ku pêwîst e dewletên herêmê îtîrafê bi Rêveberiya Xweser bikin da ku ev rêveberî karibe rola xwe li herêmê bilîze, aştiyê li Rojhilata Navîn pêk bîne û got:"Ji ber ku çareserkirina pirsgirêka Kurd li Rojhilata Navîn yek ji sedemên sereke yên pêkanîna aştiyê ye, her wiha pirgirêkên din bi çarenûsa gelên herêmê ve girêdayî ye."

'RÊVEBERIYA XWESER YEKITIYA XAKA SÛRIYÊ PARAST'

Hec Îsa îşaret pê kir ku tu kes nikare xebata Rêveberiya Xweser û rola wê di parastina yekitiya xaka sûriyê û parastina Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji terorîstên DAIŞ û çeteyên din ên girêdayî dewletên din di serî de dewleta Tirk înkar bike, nemaze yên ku navên şoreşa Sûriyê lê wan kirin ku ne şoreşeke rêxistinkirî bû û nikarî yekitiya gelê biparêze, lê belê pêkhateyên wê jihev xistin.

Bekir Hec Îsa her wiha got: "Piştî ku şoreşê dest pê kir, pêwîstiya herêmên me bi rêveberiyeke xurt hebû da ku vê erdîngariyê bi rêve bibe û şêniyên wê biparêze. Sala 2014'an girîng bû, di vê salê de rêveberiya ku her kesên li vir li bende bûn hate ragihandin, ev rêveberê xwe dispêre projeya biratiya gelan a  ku serkeftinên mezin pêk anîn, berovajî herêmên din ên Sûriyê. Her wiha li gel aloziya ewlehiyê ya ku di destpêka şoreşê li herêmê derketibû de, pêwîst bû ku rêveberiyeke xweser hatiba avakirin, ne bi saya wê bûya dê rewş ber bi karesetekê ve biçûya, nemaze ku komên terorîst derketin ku dixwestin dest deynin ser herêmê û guhertina demografî pêk bînin û bûn sedema şerekê navxweyî di navbera pêkhateyên gelê Sûriyê de ku agirê wê hate roja îro nehatiya vemirandin."

Hec Îsa destnîşan kir ku gelek kesan digotin ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê parçebûnê dixwaze û wiha pê de çû: " Bi pêkanîna fikira biratiya gelan re encamên gelek baş bi xwe anîn. Heger ev fikir li parêzgehên din ên Sûriyê hatiban pêkanîna dê rewş niha ne wisa bûya."

Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyên Dîpomatîk a PYD'ê ya herêma Firatê Bekir Hec Îsa got, serkeftina ku Rêveberiya Xweser pêk anîne, ne li gorî berjewendiyên dewletên herêmê, hikumeta Şamê û komên ku derketine ye, ji ber vê yekê bi hemû şêwazan şerê vê rêveberiyê kirin.

Bekir Hec Îsa destnîşan kir ku astengiyên ku li pêşiya Rêveberiya Xweser derketin, ambargoya ji hemû aliyan ve, bi taybet a ji dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve bû, lê bi saya hevgirtina şêniyan li derdora wê ev astengî hatin derbaskirin û hemû planên bi armanca têkbirina vê rêveberiyê vala hatin derxistin.

Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyên Dîplomatîk a PYD'ê ya herêma Firatê Bekir Hec Îsa di dawiya axaftina xwe de bang li şêniyên herêmê kir ku li derdora Rêveberiya Xweser kom bibin, her wiha bang li dewletên herêmê kir ku îtîrafê bi Rêveberiya Xweser bikin. Hec Îsa bang li siyasetmedarên herêmê kir ku ji bo parastina destkeftiyên ku bi keda şehîdan li herêmên rêveberiyê hatine bidestxistin, bikevin tevgerê.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/TbSI0U2z4Qs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>