Parlamenterekî Libnanî: Bikaranîna avê wekî çek sûcekî li dijî mirovahiyê ye

Parlamenterekî Libnanî binpêkirinên ne mirovê yên dewleta Tirk ên li dijî gelê Sûriyê şermezar kirin û got, bikaranîna avê wekî çekekî li dijî Sûriyê sûcekî li dijî mirovahiyê ye.

Parlamenterekî Libnanî: Bikaranîna avê wekî çek sûcekî li dijî mirovahiyê ye
6 gulan, 2021   15:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa  ''NNA" ya Lubnanê, endamê bloka "Geşkirin û Rizgarkirinê" ya Lubnanê, parlamenter Dr. Qasim Haşim, daxuyaniyek da û tê de got: "Komploger li dijî gelê Sûriyê ji sûcên xwe yên hovane mîna kuştin, koçberkirin û wêrankirin têr nebûn, vê carê bi sûcekî dermirovî dijminahiya xwe temam dike ku avê wekî çeka şer li dijî jin, zarok û mezinan bi kar tîne û av li ser bajarê Hesekê qut dike. Ev yek li dijî qanûn û pîvanên navneteweyî, nexasim qanûnên navneteweyî yên mirovî."

Dr.Qasim Haşim got: "Ji hiqûqa mafên mirovan a cîhanê tevgerek tê xwestin, da ku sînorekî ji vê pozbilindiyê re were dayîn. Ji bo vê doza mirovî divê komeleyên mafên mirovan û dewletên alîgirên mafên mirovan bikevin tevgerê û jiyana mirovan li vî bajarî rizgar bike."