Jinên Tebqayê: Divê zext li dewleta Tirk were kirin da ku ava Firatê berde

Rêveberiya Jinan a Tebqayê têkildarî kêmkirina ava çemê Firatê li ser Sûriyê ji aliyê dewleta Tirk ve hişyariya karesteke mirovî û jîngehî da û bang li aliyên têkildarî kir ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku van siyasetên xwe rawestîne.

Jinên Tebqayê: Divê zext li dewleta Tirk were kirin da ku ava Firatê berde
6 gulan, 2021   14:35
TEBQA

Endamên Rêveberiya Jinan a Tebqayê têkildarî sûcê dewleta Tirk a kêmkirina para Sûriyê ji çemê Firatê daxuyaniyek da. Endama rêveber a Rêveberiya Jinan a Tebqayê Fatima El-Behbûh daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin li ser sûcên dagirkerî û mirovî yên dewleta Tirk a dagirker ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bêdengiya li hemberî van sûcan û wiha hate diyarkirin: "Ji salan ve gelê m yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo siyasetên dagirkeriyê yên dewleta Tirk azaran dikişîne. Dewleta Tirk bajarên ewle derbe dike, sivîlan qetil dike û bi awayekî hovane destdirêjiyê li xaka Sûriyê dike. Ev hemû di nava bêdengiyeke şermok de tên kirin."

Jinan di berdewama daxuyaniya xwe de îşaret bi kêmkirina para Sûriyê ji ava çemê Firatê kir û wiha got: "Em îro dibînin ku dewleta Tirk siyaseteke nû dimeşîne, vê care çeka ava herêmî bi kar tîne ku sûdê ji rewşa siyasî ya aloz a Sûriyê digire û vê yekê dike. Bi wê re para ava Sûriyê ji çemê Firatê ku li gorî mîsaq û peymanên navneteweyî li ser hatiye lihevkirinê kêm kiriye û dewleta Tirk li gorî peymanan tev nagere."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk avê wek amûrekê di şerê li dijî şêniyên herêmê de bi kar tîne, ew jî dê bi xwe re kareseteke mirovî û jînegehê ya rasteqnî pêk bîne, zeviyan ziwan bike, ava vexwarinê ji ber kêmbûna rêjeya çemê qirêj bike, ji wê zêdetir jî zirareke mezin bi masiyan dibe.

Her wiha hate gotin, ev sûcên eşkere yên li dijî gelên herêmê bandorek li civaka navneteweyî nekir û bê deng in û bi wê re jî dewleta Tirk di kêmkirina ava çemê Firatê de heta vê kêliyên berdewam e.

Rêveberiya Jinan a Tebqayê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li tevahî hikumet û rêxistinên pêywendîdar kirku fişarê li dewleta Tirk bikin û jê bixwazin ku vê siyaseta hovane ku bi milyonan sûrî ji mafên xwe yên rewa bê par dike, rawestîne û got: " Kaxiza avê mîna piştgiriya dewleta Tirk ji komên terorîst re wek DAIŞ’ê, El-Nusra û hwd, bi wê re dixwaze herêmê bixe bin kontrola xwe, lê heke rewşa navneteweyî ya ne jihevketî bûya, nikarî ev yek bikira."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/-Cr4zPrm9dc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>