Panorama hefteyê: Rûsya li ser xaka Şam-Til Evîv tevdigere, Ermen destpêka şerê Biden û Erdogan e

Çavkaniyan eşkere kir ku balafireke Rûsî ku çavkaniya wê Îsraîlê ye û kesayetên payebilind tê de bûn, gihişt balafirgeha Himêmîmê, ev yek gumanan der barê hewldanên Rûsyayê yên avakirina têkiliyên di navber Şam û Îsraîlê de çêdike. Li aliyekî din çavdêr dibêjin ku îtîrafa Washingtonê ya bi Komkujiya Ermenan re, destpêka şerê bi Erdogan re ye.

Panorama hefteyê: Rûsya li ser xaka Şam-Til Evîv tevdigere, Ermen destpêka şerê Biden û Erdogan e
2 gulan, 2021   04:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên hefteya derbasbûyî, bal kişandin ser rêwîtiya hewayî ya ji Îsraîlê ber bi Sûriyê ve, îtîrafa Washingtonê bi Komkujiya Ermenan, her wiha dosyaya nûklerî ya Îranê.

RÊWÎTIYA HEWAYÎ YA JI ÎSRAÎLÊ BER BI SÛRIYÊ VE’

Rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: “Çavkaniyên Îsraîlê eşkere kir ku balafireke girêdayî Hêzên Hewayî yên Rûsyayê sêşemê gihaşte balafirgeha Himêmîm a li parêzgeha Laziqiyeyê li bakurê rojavayê Sûriyê ku ji balafirgeha Ben Gurion a Îsraîlê hatiye. Ev yek cara yekemîn pêk tê û bû sedema gelek pirsan.

Rojnamevanê îsraîlî Itai Blue Mental bi bîr xist ku balafira Rûsyayê ya bi hejmara 65992 ji balafirgeha Ben Gurion a Til Evîvê ber bi baregeha Himêmîm a li Laziqiyê ve çû û got di balafirê de kesayetên payebilind hene lê negot ew kes rûsî yan îsraîlî yan jî ji her du aliyan in.

Aliyên fermî yên Sûriyê û Îsraîlê heta êvara çarşemê ev agahî teqez nekir an jî red nekir. Ev jî nîşan dide ku îhtîmal heye ev agahî rast bin.”

‘ÎRAN ZEXTÊ LI RÊGERAN VIYYENAYÊ DIKE DA KU BI LEZ TAWÎZAN JI AMERÎKAYÊ BISTÎNE’

Têkildarî dosyaya nukleerê ya Îranê, rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Tehran hîna kaxizên zextê yên li gel xwe bi kar tîne da ku di dosyaya cezayên li ser wê hatine ferzkirin de tawîzan ji Amerîkayê bistîne. Tehran wan kaxizan rêbazekê ji bo ferzkirina şertên xwe dibîne. Çavkaniyên ewropî li gorî du gerên berê yên rêgeha Viyanayê ya dan û standinan û tiştên ku dê gera sêyemîn de ku duh li ser asta komîteya beşdarbûyî û her sê komîteyên têkildar de hatiye lidarxistin bi xwe re bîne, rewşê bi vî rengî şîrove dikin.”

PIŞTÎ DERBEYA ERMENAN.. DERBEYA DIN LI KUR E?

Têkildarî têkiliyên di navbera DYA û Tirkiyê de rojnameya Ukaz a Erebistana Siûdî wiha nivîsî: "Dema serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, serokê Fransayê wekî kesekî nû di siyasetê de bi nav kir û bang lê kir ku dîroka welatê xwe nas bike piştî biryara Parîsê ji bo lidarxistsina salvegera komkujiya Ermenan di serdema Osmanî de, têkiliya di navbera Enqere û Fransayê de paş de ket û bandora wê heta roja îro didome."

Di Nîsana 2016`an de Erdogan cîgirê serokê Amerîkayê yê wê demê Joe Biden di nivîsgeha xwe di koşka Sultan Ebdullhemîd de ku 80 deqe ji ser dema hevdîtinê re dereng ma, pêşwazî kir piştî hevdîtina wî ya taybet bi serokwezîr Ahmed Davutoglu ku Erdogan piştî çend mehan ji boneyê, ew qewitand.

Piştî vê hevdîtinê bi 5 salan û piştî 3 mehan ku Biden bû serok, bi hempîşeyê xwe yê Tirkiyê re axivî û wê axaftinê gelek nameyên hêrs bi xwe re anî. Koşka Spî ragihand ku Biden lê geriya da ku jêre bêje ku ewê tişta di sala 1915`an de ji aliyê dewleta Osmanî ve rastî Ermenan hat, dê weke komkujiyê û qirkirina etnîk wesif bike.