Tevgera Komunist a Şoreşgerî ya Sûriyê 1'ê Gulanê  li karkeran pîroz kir

Tevgera Komunist a Şoreşgerî ya Sûriyê 1'ê Gulanê li tevahî karkeran pîroz kir û got:  "Şoreşa Rojava ji bo karker û bindestên cîhanê şoreşeke girîng e û di destûrê xwe de banga misogerkirina mafên gelên cîhanê dike."

Tevgera Komunist a Şoreşgerî ya Sûriyê 1'ê Gulanê  li karkeran pîroz kir
1 gulan, 2021   15:12
KOBANÊ

Endamên Tevgera Komunist a Şoreşger a Sûriyê bi wesîleya 1'ê Gulanê Cejna Karkeran a Cîhanê daxuyaniyek li Qada Jina Azad a bajarê Kobanê da.

Endamê tevgerê Alaa Rêşad daxuyanî bi zimanê kurdî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: " Kapîtalîst bê sînor keda karker û hemû bindestan mêtîng dike û bi keda wan mîrateya xwe zêde dike ji bo ku kaseyên xwe tijî bike, li her deverê cîhanê bêkarî û birçîtî, xizantî û talankirina xwezayê bê sînor tê domandin. Jin û zarok wekî hêza kar a erzan tê bikaranîn, keda jinê di kargeh û di malan de bi awayekî bê sînor tê mêtîngerkirin. Her wiha bi milyonan ciwan wekî artêşa bikar di bin desthilatdariya kapîtalîzmê de têne fetisandin 

Her wiha hate gotin ku Şoreşa Rojava li hemberî dewletên împeryalîst û dewletên paşverû yên ku herêmên Rojhilata Navîn kiribûn dojeh sekinin û wiha hate domandin: "Şoreaş Rojava ji bo tebaqeya karker û bindestên li cîhanê şoreşeke girîng e. Şoreşa Rojava mafên wekî kar, nan, azad ku gelên cîhanê li kolanan pê banga misogerkirina wan di destûr û jiyana civakî de dikin, misoger kiriye, her wiha mêtîngeriya pergala Baas hilweşandiye û li şûna wê pergala civakî azadîxwaz, zayendparêz û ekolojîk ava kiriye. Di şoreşa Rojava de, gel jin, karker, ciwan, azadîxwaz, azadî bi dest xistiye."

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin:  "Dewleta Tirk a faşîst bi êrişên xwe yên leşkerî, şerê taybet mîna qutkirina ava çemê Firatê li ser milyonan mirov dixwaze şoreşa me tune bike, da ku pergala xwe ya Osmaniya nû li xaka dagirkerî ava bike. Piştî binkeftina wê ya li Garê vê carê êrişî Zap, Avaşîn û Metînayê kir. Ev êriş ne tenê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ne, lê belê armanc jê şikandina têkoşîn û wêrankirina destkeftiyên gelên Rojava, Şengal û Başûrê Kurdistanê ye."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li gelên cîhanê hate kirin ku li hemberî êrişên dewleta Tirk a faşîst ên li ser karker, jin û ciwanên Rojava bisekinin.

Piştî xwendina daxuyaniyê diruşme hatin berzkirin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/wL7ps66Xu6g" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>