Êrişên li ser Avaşîn, Zap û Metînayê li Şehbayê hatin şermezarkirin

Bi pêşengtiya Kongreya Star, bi sedan şêniyên Efrîn û Şehbayê daketin qandan û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.

Êrişên li ser Avaşîn, Zap û Metînayê li Şehbayê hatin şermezarkirin
1 gulan, 2021   14:40
ŞEHBA

Meş bi diruşmeya "Bi îsrar û baweriyê em ê dagirkeriyê têk bibin" hate lidarxistin.

Bi sedan şêniyên kantonên Efrîn û Şehbayê li ser rêya navçeya Ehdasê ya Şehbayê kom bûn. Şêniyan bi bilindkirina wêneyên rêber Abdullah Ocalan, pankartên "Em Garê ji bîr nakin", "Bi rihê Garê em ê dagirkeriyê têk bibin" û " Bi îsrar û baweriyê em ê dagirkeriyê têk bibin" û berzkirina diruşmeyên silavkirina berxwedana gerîlyan dest bi meşê kir.

Meşa ku di kolana sereke ya di navbera navçeya Ehdasê û gundê Maratayê de geriya û qada Maratayê veguherî mîtîngê.

Piştî deqeya rêzgirtin, bi navê Kongreya Star Şîraz Hemo 1'ê Gulanê li tevahî jinên berxwedêr, jinên têkoşer û kedkar ên tevahî cîhanê pîroz kir.

Şîraz Hemo êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê  û herêma Şehbayê şermezar kirin û got: "Tirkiyê nikare berxwedan û gerîla û îradeya me bişkîne, em xaka xwe û gelên herêmê bi tevahî pêkhateyên wê diparêzin."

Şîraz Hemo diyar kir ku dewleta Tirk bi êrişên xwe yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û kantona Şehbayê armanc dike ku vîna gel bikşîne.

Mîtîng bi diruşmeyên silavkirina berxwedana gerîlayan bi dawî bû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/2Fsk5xPSt_8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>