Şandeyeke DYA'yê dest bi gerekê li 4 dewletên erebî kir

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê îro ragihand ku şandeyeke dîplomasî û ewlehî îro dest bi gerekê li Îmarat, Urdin, Misir û Erebistana Siûdî kir û dê heta 7’ê Gulanê berdewam bike.

Şandeyeke DYA'yê dest bi gerekê li 4 dewletên erebî kir
1 gulan, 2021   20:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bi daxuyaniyekê got: "Şandeyeke hevbeş ku ji şêwirmendê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Derek Chollet, koordînatorê Meclisa Ewlehî ya Neteweyî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Brett McGurk, alîkarê wezîrê karên derve yê kar û barên Rojhilata Navîn Joy Hood û cîgira alîkarê wezîrê parastinê yê kar û barên Rojhilata Navîn Dana Stroll pêk tê, dê di 1’ê Gulanê heta bi 7’ê Gulanê serdana Rojhilata Navîn bike."

Di daxuyaniyê de wiha hate lê zêdekirin: "Dê şande serdana Ebû Zebî, Uman, Qahîra û Riyadê bike û dê bi rayedarên hikumetê re bicive, da ku têkiliyên siyasî, aborî, çandî û ewlehî yên demdirêj di navbera DYA’yê û hevalbendên herêmî de misoger bikin."

(fr)