PYD`ê cejna Paskalya li xiristiyanan pîroz kir

PYD`ê cejna Paskalyayê li xiristiyanên cîhanê û Sûriyê pîroz kir û bal kişand ser têkiliyên biratiyê yên pêkhateyên gelê Sûriyê. Her wiha îşaret bi bidawîbûna dagirkeriyê û vegera koçberan li warê wan kir.

PYD`ê cejna Paskalya li xiristiyanan pîroz kir
1 gulan, 2021   08:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) têkildarî mijarê peyamek weşand.

PYD`ê di peyamê de got: "Sibe cejna Paskalya anku ‘Cejna Qiyametê’ ye ku her tim di nav xwe de peyamên biratî û rêzgirtinê û wateyên bawerî û fedakariya di oxira mirovahiyê de dihewîne. Ev cejn nameyeke aştiyê ji bo tevahî mirovahiyê ye. Em hêvî dikin ku bibe wesîleya bidawîbûna şeran.”

Meclisa Giştî ya PYD`ê Paskalya li xiristiyanên cîhanê û yên Sûriyê pîroz kir û hêvî kir ku aştî û aramî li seranserê Sûriyê pêk bê, dagirkerî bi dawî bibe, koçber vegerin warê xwe û biratiya hemû pêkhateyên gelê Sûriyê xurttir bibe.

 (dx)

 ANHA