Meclisa Leşkerî ya Babê: Kiryarên dewleta Tirk li Babê û herêmên dagirkirî sûcên şer in

Meclisa Leşkerî ya Babê got, kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di sûcên şer de têne xêzkirin û got: "Em di têkoşîn û berxwedanê de berdewam in, heta ku tevahî herêmên dagirkirî rizgar bikin."

Meclisa Leşkerî ya Babê: Kiryarên dewleta Tirk li Babê û herêmên dagirkirî sûcên şer in
30 nîsan, 2021   21:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî yên Sûriyê bi taybet li bajarê Babê, Meclisa Leşkerî ya Babê daxuyaniyek da.

Daxuyaniya Meclisa Leşkerî ya Babê wiha ye: "Gelek sal di ser dagirkirina bajarê Babê û gundewarê re ji aliyê Tirkiyê û çeteyên wê ve derbas bûn, ku azarên mezin gihand niştecihên wê. Beriya vê dagirkeriyê niştecihên Babê ji ber hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê û komên dîtir ên ji ber parvekirnia serwerî û talankirin, girtina fidiyeyann li beramberî revandinê bi nakok bûn, azar kişandin.

Ev tevahî cûreyên sûc dagirkeriya Tirk bi navên (Mertala Firatê, Şaxê Zeytûnê, Artêşa Niştimanî" û leşkerên wê yên bi çekên NATO'yê hatin komkirin, da ku êrişî bajarê Sûriyê bikin û li ser serê xwediyên wê yên ji bo parastinê wê berdêlên giran dane û bi xaka xwe ve girêdayî ne, wêran bike.

Bajarê Babê şahidê sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ye. Ev sûc di wêrankirina mlên sivîlan, navendên aktîv û binsaziyê de diyar dibin. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di pêvajiya yekemîn a êrişî de guhertina demogafîk pêk anîn ku hîna didomîne, ji tirkkirina nasnameyên kesayetî û ferzkirina zimanê tirkî li dibistanan dest pê bike heta guhertina navên kolan û dibistanan bi navê Tirk û ferzkirina pereyên tirkî didome. Her wiha saziyên cîbayan ên Tirkî wekî saziyên sivîl nîşand da. Dîsa jî hejmareke mezin a malbatên li bajar bi taybet niştecihên Cebel Aqîl bi zorê koçber kirin.

Tevî vê rojane ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve li dijî sivîlan sûc têne kirin û sûcên qetilkirin, îşkenceya hovane û revandina li beramberî fidyeyan zêde dibin û li bajarê Babê û gundewarê wê rewşa ewlehiyê têk diçe, ji be ku operasyonên tesfiyekirin, qetilkirin û teqînan ên di nava çeteyên artêşa Tirk de ku komên çeteyên DAIŞ`ê û komên îslamçî ku di nava lîsteyên terorê de ne, digire nava xwe berdewam in.

Em li vir piştrast dikin  ku sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dikevin nava sûcên şer de û em hişyariya li ser xeteriya berdewamiya Tirkiye ji nêzîkatiyên bi bajarên Sûriyê yên dagirker re didin, nexasim li bajarê Babê ku ji bo piştgiriya komên îslamçî wekî alavekê bi kar tîne û kiriye cihê terorê. 

Em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku li şûna bêdengiyê dawî li rewşa dagirkeriyê bînin û garantiya ewlehiya vegera sivîlan bidin, her wiha erd û malên ku hatine desteserkirin vegerînin xwediyên wan, ji ber ku li Sûriyê çareseriyeke siyasî dernakev holê û aloziyê gurtir dike.  

Em ji şêniyên xwe yên li bajarê Babê ya dagirkirî û gundewarê wê re piştrast dikin ku em wekî Hêzên Meclisa Leşkerî ya Babê têkoşîna xwe heta rizgarkirina hemû erdên dagirkirî  berdewam bikin û bi erda Sûriyê ve girêdayî bin û soz didin şehîdan ku em ê şopdarên rêya wan bin, da ku ewlehiyê misoger bikin û bi rêya parastina mafên hemû ferdên di nava civaka demokratîk û pirrengî de tev li çareseriya aloziya Sûriyê bibin."

ANHA