Partiya Komunîst a Kurdistanê 1'Gulanê pîroz kir û banga têkoşîna hevpar kir

Partiya Komunîst a Kurdistanê (P.K.K) 1'ê Gulanê li karkerên Kurdistan û cîhanê pîroz kir û li hemberî tevahî pergal û hêzên dagirker banga hevgirtin û têkoşîna şoreşgerî ya hevpar kir.

Partiya Komunîst a Kurdistanê 1'Gulanê pîroz kir û banga têkoşîna hevpar kir
30 nîsan, 2021   20:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Komunîst a Kurdistanê (P.K.K) bi boneya 1'ê Gulanê Cejna Kedkar û Karkeran a Cîhanê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ku  xîtabî kekdarên şoreşger ên Kurdistanê û cîhanê û hevalbendên hêzên niştimanî yên demokratîk li her deverê hate kirin, hate gotin: " 1'ê Gulanê serkeftineke şoreşgerî dîrokî ye û berhemên ked û fedakariya we yên li dijî rejîm, hêzên sermayedar ên faşîst û hemû amûr û ajanên wan ên oportunist û çeteyên wê yê kirêkirî ne ye."

Her wiha hate diyarkirin: "Bi van têkoşînên lehengî, we gelek maf ji destê zalim û faşîstan derxistin, ji ber ku hûn çîna şoreşger a tekane ya rêxistinî û zane ne ku dikare pêşengiya şoreşên rizgariya neteweyî û civakî bike da ku bigihîje azadiya rastîn û edaleta civakî ji bo hemû gel û neteweyên bindest."

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bi derketina daxuyaniya Komunîst 1848'an a Marx – Engels re û piştî derketina metoda şoreşgerî ya Vladîmîr Lenîn ê mezin, bingeh û rêgezên nakokiyên tebeqî yên navneteweyî ya şoreşên zanistî yên lîberal hatin dayîn û bi avakirina tevgera rizgariya neteweyî û civakî bi sedhezaran mirov, netewe û welat bi şoreşên xwe azad bûn.

Partiya Komunîst a Kurdistanê (P.K.K) 1'ê Gulanê li kedkarên Kurdistanê û cîhanê pîroz kir û ev bang kir: "Li hemberî hemû pergal û hêzên dagirker û desthilatdar û şerên wan zalimane yên dijber û lîstokên wê, her wiha li hemberî çeteyên wê yên ji bo derxistina fitne, derbe, şerê navxweyî, mezhebî, nejadî yên li dijî azadî, edaleta civakî û zanistî dixebitin, em banga yekiti û têkoşîna hevpar dikin."

ANHA