​​​​​​​Michael Rubin: Rayedarên Amerîkayê agahiyên têkildarî kurdan ji dewleta Tirk digirin

Ji rayedarên berê yên Pentagonê Michael Rubin got: "Rayedarên amerîkî yên ku di dozên girêdayî dewleta Tirk û gelê Kurd de dixebitin nû ne, di wergirtina agahiyan de xwe dispêrên pêngavên reşkirinê ku dewleta Tirk li dijî kurdan dimeşîne."

​​​​​​​Michael Rubin: Rayedarên Amerîkayê agahiyên têkildarî kurdan ji dewleta Tirk digirin
28 nîsan, 2021   02:39
NAVENDA NÛÇEYAN-GÎVARA ŞÊX NÛR

Dewleta Tirk, ji bêdengiya Amerîkayê û dayîna pereyan ji kesên ku agahiyan li ser 3 fermandarên Tevgera Rizgariya Kurdistnê bide re sûd wergirt û şeva 24’ê vê Nîsanê êrişên berfireh li dijî herêmên Metîna, Avaşîn û Zapê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê da destpêkirin.

Têkildarî mijarê, lêkolînerê amerîkî yê Enstîtuya Enterprise ya Amerîkî (AEI) û rayedarê berê di Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) de Michael Rubin ji ANHA'yê re axivî û got siyaseta DYA’yê di guhertinê de hêdî û çewt e.

Robin anî ziman ku piranî rayedarên amerîkî yên ku di dozên girêdayî dewleta Tirk û gelê Kurd de dixebitin li gorî mijarê nû ne û wiha domand: "Agahiyên ku li ser gelê Kurd û PKK’ê werdigirin temenê wan 25 sal in û resentiya van agahiyan heke zelal û durist bin lêkolîn nakin."

Robin diyar kir ku tiştên ku rayedarên amerîkî li ser PKK'ê dizanîn, encamên pêngavên reşkirinê ne ku dewleta Tirk bi salan li dijî kurdan dimeşîne.

Michael Rubin wiha gotina bi dawî kir: "Ji bo guhertina vê nêrînê û guhertina senifkirina terorê pêdivê bi pêngaveke cidî û pîşeyî heye, bi vê guhertinê re wê siyaseta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayî were guhertin."

(fr)

ANHA