Wezîrê karên derve yê Îranê li Bexdayê ye

Wezîrê karên derve yê Îranê Cewad Zerîf gihaşt paytexta Iraqê Bexdayê. Tê payîn Zerîf serdana Hewlêrê jî bike.

Wezîrê karên derve yê Îranê li Bexdayê ye
26 nîsan, 2021   08:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Iraqê, Cewad Zerîf ji aliyê wezîrê karên derve yê Iraqê Fuad Hisên ve hatiye pêşwazîkirin. Tê payîn ku Cewad Zerîf bi rayedarên Iraqê re bicive.

Li gorî bernameya serdanê, Zerîf dê bi serokkomar, serokwezîr û serokê parlamentoya Iraqê re bicive û tê payîn ku Zerîf sibe serdana Hewlêrê jî bike.