Cotkarên Eyn Îsayê: Dewleta Tirk şerê qûta me dike

Cotkarên ji bajarokê Hîşê yê girêdayî navçeya Eyn Îsayê got, heger dewleta Tirk qutkirina ava Firatê berdewam bike, dê jêdera quta wan qut bibe. Cotkaran bang li civaka navneteweyî kir ku li hemberî siyasetên birçîkirinê ku dewleta Tirk dimeşîne bikevin tevgerê.

Cotkarên Eyn Îsayê: Dewleta Tirk şerê qûta me dike
Cotkarên Eyn Îsayê: Dewleta Tirk şerê qûta me dike
Cotkarên Eyn Îsayê: Dewleta Tirk şerê qûta me dike
Cotkarên Eyn Îsayê: Dewleta Tirk şerê qûta me dike
26 nîsan, 2021   00:42
EYN ÎSA

Ji beriya du mehan ve dewleta Tirk a dagirker para Sûriyê ji ava Firatê kêm kiriye, cotkar jî ji ber qutbûna ava kanalan bi fikar in ku hilberînên wan ên havînê ji tîna telif bibin.

Girêdayî mijarê, cotkarê bi navê Ehmed El-Zahir ê ji bajarokê Hîşê axivî û got: "Heta vê kêliyên em bi bitirs û dudil in,  heger em biçînin û av qut bibe dê hilberînên me ji tîna bimirin û heger em neçînin jî ez û malbata xwe çawa bijîn. Ji ber li gund çandinî jêdera sereke ya debara me ye."

El-Zahir çandiniya bi rêya pombeya Refi ya li Til Sein wekî "serguzeşt" anku xetere bi nav kir, nexasim ku aliyên peywendîdar beriya niha ew agahdar kirine ku neçîne, ji ber ku rewşa ava Firatê ne bi ewle ye û dibe ku kîjan kêlî be ava pombeya Refi qut bibe.

Cotkarên li bajarokê Hîşê yê gundewarê rojhilatê navçeya Eyn Îsayê zeviyên xwe bi ava pombeya Refi ya Til Seman av didin ku derdora 16 hezar hektar ji rûbera erdên wan ava dide.

Cotkar Hemed Xelef El-Hemed ê ji gundê Şêx Hesen ê girêdayî Hîşê jî piştrast kir ku çandiniya demsala havînê bi rêyapombeya Refi xetere ye, bi taybet ku îsal lêçûna çandiniyê pir e.

Lêçûna donimekî ji pembo zêdetirî 100 hezar lîreyên sûrî kir, ji çotkirin, tov, semad û heqdestê karkeran û hîn jî mewsim di destpêka xwe de ye.

Hemed Xelef El-Hemed ev li gotina xwe zêde kir:"Dewleta Tirk bi hemû rêbazan şerê gelê herêmê kir, ji topbaranê û dagirkirina bajar û gundên wê, niha jî bi rêya qutkirina ava Firatê ku hilberînên wê av dide, şerê pariyê nanê wan dike."

Ehmed û Hemed bang li civaka navneteweyî kir ku tev bigerin û zextê li dewleta Tirk bikin da ku dev ji sûcên xwe berde û bihêle av Firatê berde.

Li gundewarê navçeya Eyn Îsayê ji sedî 90 ji niştecihan debara xwe bi çandiniyê dike, ji ber vê li wir çandinî jêdereke sereke ye û kar ji şêniyên herêmê re peyda dike.

Ji ber ku pompeya Refi ya Til Seman ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hate hilweşandin, çandinî rawestiya û di navbera salên 2015`an û 2019`an de bi sedan malbatên ji Hîşê û gundewarê wê koçber bûn.

(eh)

ANHA