ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-04-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-04-2021
25 nîsan, 2021   23:00

-Şêniyên bajarê Reqayê cenazeyê endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn li goristana Şehîdan a gundewarê bakurê Reqayê oxir dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Endamên Mala Êzidiyan a Helebê got, hewldana artêşa Iraqê ya destwrdana li kar û barên êzidiyan komployeke ku hikumeta Iraqê û dewleta Tirk jî tê de cih digirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rêveberiya Xweser li benda derziyên li dijî vîrusa koronayê ye. Dr. Ciwan Mistfa got, beşa yekemîn ku tê payîn çend rojên din bighêje ji bo herêmeke ku 5 mîlyon mirov hembêz dike, kêm e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Malbata şehîd Hayis El-Ciriyan got: "Çeteyên Dîfaa El-Wetenî nûnertiya xwe tenê dikin, naxwazin herêmê bibe yek û nakokî werin çareserkirin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Hevserokê Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Kurdiyar Dirêî diyar kir ku tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin, girêdayî siyasetên navneteweyî û got: " Armanca ji vê yekê çemberkirina doza kurdî û hiştina herêmê di nava krîz de ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Girkê Legê êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û got, ev êriş hewldanek ji bo kolekirina kurdan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, li navçeya Til Rifetê meşek tê lidarxistin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Ciwanên Êzidî ji bo şermezarkirina biryara desthilata Iraqê ya darvekirina 4 ciwanên Êzidî yên Şengalê, daxuyaniyekê li gundê Berzan ê Hesekê didin, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Cotkarên bajarokê Hişê yê girêdayî navçeya Eyn Îsayê diyar kir ku heger dewleta Tirk qutkirina ava Firatê bidomîne dê jêdera qûta wan nemîne û bang li civaka navneteweyî kir ku li hemberî vê yekê bikeve tevgerê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Daîreya Parastina Mizexiran a Reqayê diyar kir ku dewriyeyên zabîteyê yên girêdayî wê di dirêjahiya dema qedexeya derketina derve de, şopandina buhayan û dema madeyên didomîne û gelek binpêkirin ku ji aliyê bazirganan ve hatine kirin, tombar kiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên herêmê Efrînê li hemberî ambargo û êrişên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe didin û dibêjin: "Ji ber bihabûnê êdî kirîna pêwîstiyên meha Remezanê pir zehmet bûye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Nûnerê qebîleya Şerabîn bang li eşîrên Ereb û Kurd kir ku ji hewldanên derxistina fîtneyan hişyar bin û got: "Daxuyaniyên ku derketin, li nivîsgehên serokên şaxên ewlehiyê yên hikumeta Şamê hatine nivîsandin û nûnertiya tu eşîrên Ereb nakin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA