Hêzên ewlekariyê agirbest ragihand

Hêzên Ewlekariya Hundirîn agirbesta dayîmî li Qamişloyê ragihand û bang li şêniyên taxa Teyî kir ku vegerin malên xwe. Hêzên Ewlekariya Hundirîn soza parastina şêniyên taxê da.

Hêzên ewlekariyê agirbest ragihand
25 nîsan, 2021   17:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî geşdanên dawî li Qamişloyê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Bi garantiya Hêzên Sûriya Demokratîk û hêzên Rûsyayê agirbesteke dayîmî hate ragihandin, heger tu binpêkirinên ji aliyê milîsên Dîfaa El-Wetenî li hemberî hêzên me me çênebin.

Şêniyên taxa Teyî yên ku ji ber şerê ku van milîsan derxistine, ji malên xwe derketin û dixwazin vegerin dikarî sibe duşemê 26'ê Nîsanê serî li nuqteyên me yên ewlehiyê bidin da ku derbasbûna wan û milkên wan ewle bikin.

Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê teqez dikin ku parastina şêniyan erkên me yên sereke ne, şêniyên taxa Teyî beşek sereke ji bajarê biratiyê û jiyana hevbeş bajarê Qamişlo ne. Em soz didin ku em ê di parastina jiyaneke ewle û bi rumet ji bo wan de berdêlên giranbuha bidin."

ANHA