Bîlançoya şewata li nexweşxaneya Iraqê giran dibe

Li gorî agahiyan, di şewata ku duh bi şevê li nexweşxaneya Ibin El-Xetîb a Covid-19 a li Bexdayê derketibû de, 82 kes mirin û 110 birîndar bûn.

Bîlançoya şewata li nexweşxaneya Iraqê  giran dibe
25 nîsan, 2021   18:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh bi şev li nexweşxaneya Ibin El-Xetîb a taybet bi vîrusa koronayê (Covid-19) ya li paytexta Iraq Bexdayê şewat derket. Li gorî Wezareta Hundirîn a Iraqê ji ber şewatê bi kêmanî 82 kes mirin û 110 jî birîndar bûn.

Li gorî raporan li beşê lênihêrîna giran tûpeke oksîjenê teqiya, di encamê de şewat derket.

Berpirsên Xizmeta Awarte got, gelek nexweşên ji ber qutbûna oksîjenê li ser wan mirin û yên din ji ber dûmanê xeniqîn.

Ji ber vê bûyerê nerazîbûn hate nîşandan û banga dûrxistina wezîrê tenduristiyê hate kirin.

Serwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî banga vekirina lêpirsînê bi rêveberê nexweşxane, serokatiyê şaxê ewlehiyê û tîma çaksazkirinê re kirin û xwest ku neyên berdan heta ku sûcdar sewqî dadgehê werin kirin.

Li gorî daxuyaniyê hikumeta Iraqê, Kazimî, wezîrê tenduristiyê Hesen Temîmî ji kar dûr xist û sewqî lêpirsînê kir.