Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî eşkere kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê nasnameya endamekî xwe ku di dema rakirina mayinan de şehîd bûbû, eşkere kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî eşkere kir
25 nîsan, 2021   12:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi daxuyaniyekê ku li ser malpera xwe ya fermî weşandiye, nasnameya şehîd Hesen El-Ewed eşkere kir. Şehîd Hesen El-Ewed dema erka xwe ya rakirina mayinan li bajarokê Hezîma yê bakurê Reqayê pêk dianî, şehîd bûbû.

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîd wiha ye:

Nav: Hesen El-Ewed
Navê dayikê: Hemda
Navê bav: Ceban
Cih û dîroka jidayikbûnê: Tiwîsan, 1978
Cih û dîroka tevlêbûnê: Hezîma, 23.06.2017
Cih û dîroka şehadetê: Hezîma, 21.04.2021

Her wiha Hêzên Ewlekariya Hundirîn, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û teqezî li ser şopandian rêya şehîdan di parastina axê û azadiyê de kir.

(kc)

ANHA