Alîkariyên NY`yê çima û çawa gihîştin navendên çeteyên Dîfaa El-Wetenî?

Hêzên Ewlekariya Hundirîn pakêtên alîkariyê û tenduristî yên rêxistinên Bernameya Xwarinê ya Cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî (WFP) û Desteya Tenduristiyê ya Navneteweyî, di hundirê navendeke çeteyên Dîfaa El-Wetenî de dîtin. Ev yek jî isbat dike ku hikumeta Şamê alîkariyên ku tên, keysbaz dike. 

Alîkariyên NY`yê çima û çawa gihîştin navendên çeteyên Dîfaa El-Wetenî?
25 nîsan, 2021   12:03
QAMIŞLO

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di operesyona lêgerînê ya li taxa Teyî ya Qamişloyê de, di Dibistana Fadil Ebdulezîz Hesen a li aliyê rojhilatê taxê de ku çeteyan wek navendeke leşkerî bi kar dianî, nêzî hezar pakêtên alîkariyê dîtin.  

Rêxistina Bernameya Xwarinê ya Cîhanê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) bi armanca destekdayîna kesên feqîr û hewcedar, her sal pakêtên xwarinê ji hikumeta Şamê re bi rê dike.

Di demekê de ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di dorpêçê de ne û deriyên sînor li pêşiya derbasbûna madeyên alîkariyê  û xwarinê girtî ne, hebûna miqdareke mezin ji alîkariyê di navendên çeteyan de, îsbat dike ku hikumeta Şamê alîkariyên mirovahî li gorî berjewendiyên xwe keysbaz dike.

Di pakêtên alîkariyê de, alavên tenduristiyê yên ji Desteya Tenduristiyê ya Navneteweyî (International Medical Corps) hatine şandin û pêdiviyên xwarinê yên ku ji hêla Bernameya Xwarinê ya Cîhanê (WFP) ya NY’yê ve hatiye şandin, tê de hene.

Li ser pakêtan nîşaneyên WFP, Desteya Tenduristiyê ya Navneteweyî û Heyva Sor a Sûriyê jî hene. Ev yek destnîşan dike ku ew pakêt ne ji bo firotin û belavkirinê ne.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn da zanîn ku dê wan pakêtan ji komeleyên herêmê re bi rê bike.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ZhGO5CAWKH0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>