​​​​​​​Şêx û rûspiyên herêmê: Dîfaa El-Wetenî hewl dide aramiya herêmê têk bibe

Şêx û rûspiyên herêma Cizîrê diyar kir ku çeteyên Dîfaa El-Wetenî yên girêdayî hikumeta Şamê hewl didin aramî û ewlehiya herêmê têk bibin û bang li Hêzên Ewlekariya Hundirîn û saziyên Rêveberiya Xweser kir ku parastina jiyana aştiyane û biratiya gelan bikin.

​​​​​​​Şêx û rûspiyên herêmê: Dîfaa El-Wetenî hewl dide aramiya herêmê têk bibe
25 nîsan, 2021   11:42
QAMIŞLO

Îro şêx û rûspiyên herêma Cizîrê têkildarî tevliheviya ku çeteyên Dîfaa El-Wetenî yên girêdayî hikumeta Şamê li Qamişloyê derxistine, daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir.

Daxuyanî ji aliyê şêxê eşîra El-Sada El-Tefhiyîn Mensûr El-Keraf ve hate xwendin. Bi dehan şêx û rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb ên herêma Cizîrê beşdarî xwendina daxuyaniyê bûn. Daxuyanî li pêşiya konê têkiliyan ê rûspiyên herêmê li bajarê Qamişlo hate dayîn.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em wek şêx û rûspiyên civaka Cizîrê ya Sûriyê bi rêya şopandina bûyerên li bajarê Qamişloyê (taxa Teyî) û kiriyar û binpêkirinên ku milîsên Dîfaa El-Wetenî pêk tînin ji bazirganiya bi madeyên hişbir, ferzkirina baceyan, binpêkirinên li dijî şêniyên taxê ku tevlihevî li taxê belav kir û êrişî li dijî bendên kontrolê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, dît ku ev ajande û perspektîfên ji derve ne. Ji ber ev milîs bi awayekî yekser girêdayî Pasdarên Îranê ne. Milîsên Dîfaa El-Wetenî hewl didin rewşa aramî û ewlehiya li herêmê têk bibin. Şêx û rûspiyan û herî dawî şêx Hayis El-Ceryan şehîd xistin.

Em wek şêx û rûspiyên Cizîra Sûriyê li ser bingehê erka me ya exlaqî, bang li hêzên Ewlekariya Hundirîn û saziyên Rêveberiya Xweser dikin ku parastina jiyana aştiyane, biratiya gelan bikin, li hember êrişên milîsan bisekinin, aramî û ewlehiyê li taxa Teyî misoger bikin, sivîlan ji nû ve vegerînin malên wan û li hember her kesî ku destekê dide projeyên tevliheviyê li herêmê, bisekinin."

Çeteyên Dîfaa El-Wetenî di 20`ê Nîsanê de êrişî bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li çerxerêya El-Wehdê kir û di encama wê de endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Xalid Milhim Osman, şehîd bû.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/1vv0CUv2LAc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>