Cenazeyê şehîd Şervan Şindo bi merasîmekê li Qamişlo hate veşartin

Şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê şervanê Erka Xweparastinê Şervan Şindo oxir kir, her wiha merasîmên xiyabî ji du şehîdên din re lidar xist.

Cenazeyê şehîd Şervan Şindo bi merasîmekê li Qamişlo hate veşartin
24 nîsan, 2021   13:29
QAMIŞLO

Bi beşdarbûna bi sedan şêniyan cenazeyê şervanê Erka Xweparastinê Şervan Şindo yê ku 23`yê Nîsanê di encama  bersivdayîna êrişên çeteyên Dîfaa El-Wetenî yên li ser taxa Tey de şehîd bûbû, bi merasîmekê li goristana Şehîd Delîl Sarûxan a bajarê  hate veşartin.

Her wiha merasîma xiyabî ji bo şervanê Erka Xweparastinê Ciwan Remê yê ku 15'ê Nîsanê dema erka xwe bi cih dianîn, şehîd bibû û Ehmed El-Hesen ê ku sala 2016'an li bajarê Efrînê şehîd bûbû, hate lidarxistin.

/ar/uploads/files/2021/04/24/120132_njah-slyman.webp

Endamên saziyên sivîl û leşkerî tev li merasîmê bûn. Di merasîmê de Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Necah Silêman axivî û sersaxî ji malbatên her sê şehîdan re xwest. Necah Silêman teqez kir ku ev ne cara yekemîn e ku çeteyên Dîfaa El-Wetenî yên girêdayî hikumeta Şamê bendên kontrolê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn dikin hedef.

Necah Silêman wiha domand: "Ji destpêka Şoreşa Rojava ve Dîfaa El-Wetenî bi çeteyên ku ji derve tên re tevdigere û alîkariyê dide wan da ku êrişî herêmên me bikin. Armanca wan aramî û ewlehiya herêmê xirab bikin."

/ar/uploads/files/2021/04/24/120049_knaan-brkat.webp

Paşê Hevserokê Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê Kenan Berekat axivî, hemû şervanên ku li hember êrişên çeteyên Dîfaa El-Wetenî li taxa Teyî disekinin silav kir û sersaxî ji malbatên her sê şehîdan re xwest.

Berekat, berxwedana QSD`ê ya tunekriina çeteyên DAIŞ'ê ji Til Koçerê heta Baxozê bi desteke li Rojhilata Navîn wesifand û got: "Di nava çend rojên dawîn de Hêzên Ewlekariya Hundirîn berxwedaniyeke lehengî li dijî çeteyên Dîfa El-Wetenî raber dikin."

Kenan Berekat wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bi dehan ciwanên Ereb û Suryan tev li refên QSD`ê dibin. Lê hin alî û partiyên kurdî ji bo derxistina tevlîheviyê daxuyaniyan didin û tişta ku ji wan dihat xwestin ku parastin hêzên ku parastina wan dikin, bikin."

/ar/uploads/files/2021/04/24/120121_mtyn-qamshlw.webp

Li ser kesayeta şehîd Şervan, şervanê Erka Xweparastinê Metîn Qamişlo wiha got, şehîd Şervan xwedî vîn û îsrar bû, dixwest herêmê ji çeteyên Dîfaa El-Wetenî yên girêdayî hikumeta Şamê rizgar bike. Metîn Qamişlo destnîşan kir ku cihê şehîd Şervan lê şer kir ji aliyê rêhevalên wî ve hate rizgarkirin.

Di dawiyê de nasnameyên her sê şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Paş cenazeyê şehîd Şervan Şindo di nava dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan hate veşartin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/7I-N708Ncw4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>