Şengalî li dijî biryara darvekirina 4 ciwanên Êzidî meşiyan

Bi sedan welatiyên Şengalê dijî biryara darvekirinê ku Dadgeha Musilê derbarê 4 ciwanên Êzidî de daye, meşiyan

Şengalî li dijî biryara darvekirina 4 ciwanên Êzidî meşiyan
23 nîsan, 2021   13:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Meş, li çerxerêya El-Nesir bi beşdariya sedan kesan dest pê kir. Di meşa ku piranî jin beşdar dibin de, wêneyên 4 ciwanên derbarê wan de biryara darvekirinê hatiye dayîn û pankarta “Bêdengî destekdayîna zaliman e” hatin bilindkirin.

Di meşê de her wiha bênavber dirûşmeya “Edalet” tê berzkirin.

Piştî meşa ku li pêşiya avahiya Emil Wetenî bidawî bû, daxuyanî hat dayîn.

Xeyrî Şengalî ku li ser navê girseyê daxuyanî xwend, got ku divê yasayên Iraqê ji bo hemû welatiyan bi awayekî wekhev werin pêkanîn û ferqê nexin nava pêkhateyan.

Xeyrî Şengalî xwest ku 4 ciwanên Êzidî yên derbarê wan de biryara darvekirinê hatiye dayîn, ji nû ve werin darizandin û dadgeh jî li derveyî bandorên siyasî, li gorî yasayan tevbigere. Şengalî her wiha xwest ku dadgeh karibe bi awayekî serbixwe biryar bide ku rastî derkevin holê.

Piştî daxuyaniyê girseya qelebalix, dîsa di nava kolanên bajêr de dest bi meşê kir. Meşa ku dirûşma “Edalet” tê berzkirin, berdewam dike.

Hêjayî bibêrxistinê ku di 26’ê Îlona 2020’an de 2 ciwanên ji eşîra Şemir, li ser rêya navbera Til Izêr û Şengalê hatinbûn kuştin. Piştî bûyerê, di heman rojê de 4 ciwanên Êzidî ku temenê wan di bin 20 saliyê de ye, ji aliyê hêzên ewlekariya Iraqê ve bi îdîaya kuştina 2 ciwanên eşîra Şemir hatibûn girtin.

Dadgehê Ceza ya Musilê di 21’ê Nîsana 2021’an de derbarê 4 ciwanên Êzidî de biryara bidarvekirinê da.

Ji bo bicîhanîna biryarê, pêwîste Serokomarê Iraqê Berhem Salih erê bike. Eger Serokomar biryarê erê neke, wê pêk neyê.

<iframe width="750" height="447" src="https://www.youtube.com/embed/wW1fmM4j-d4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>