​​​​​​​KCK: Divê DYA biryara xwe betal bike

KCK’ê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku biryara Wezareta Karên Derve ya DYA'yê ya têkildarî pêşengên tevgera azadiyê ya Kurd derfetên nû dide DAIŞ û MÎT’a dewleta Tirk û diyar kir ku divê DYA ji vê biryara xwe vegere.

​​​​​​​KCK: Divê DYA biryara xwe betal bike
21 nîsan, 2021   11:45
NAVENDA NÛÇEYAN 

Komîteya Têkiliyên Karên Derve ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) têkildarî biryara Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya têkildarî pêşengên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê daxuyaniyek da.

KCK’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Di 20’ê Nîsana 2021’ê Wezareta Derve ya Amerîka biryara derbarê sê şoreşgerên Kurd û pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê ku sala 2018’an derxistibûn dubare kir. Amerîka bi piştdayîna derew û tomehtên xeyalî ku daxwazê ji xelkê dikin ku sîxûriyê ji bo Emrîka bikin û ziyanê bigihînin van hevalan.

Divê li vir bidin nîşandan ku ev biryar û tohmetên ku tên kirin ne li gorî dîrok, siyaset, civak, hiqûq, mirovahî, exlaqê mirovahiyê ne û ne rewa ye. Bi vê biryarê siviktiyê li wijdana gelê Kurd û gelê Amerîka tê kirin. Ne Rêber Apo, ne jî her sê hevrêyên me û ne jî ti endamekî PKK’ê û tevgera Apoyî heta niha ne raste rast û ne jî neyekser ti çalakiyek li dijî dewlet û gelê Amerîka nedaye û berjewendiyên Amerîka nekiriye armanc. Berovajî tim bang û daxwaz li Amerîka kiriye weke hêzekî bi bandor ji bo çareseriya pirsa Kurd bi rolê erênî rabe. Di serî de ew sê hevrê û felsefeya ku nûnertiya wê dikin, bi têkoşîna xwe di serî de gelê Kurd, gelê Amerîka û hemû mirovahî ji belayeke mîna DAIŞ’ê rizgar kirin. Gelê Amerîkayê çawa di mijara Kobanê û Serêkaniyê de hate dîtin piştevaniya gelê Kurd kir û têkiliyeke wijdan û exlaqî li gel gelê Kurd û doza wê danî. Ev biryara Wezareta Karê Derve ya Amerîka derxistî, biryareke li dijî wijdan û hestên dadperwerî ya gelê Amerîka ye. Ne ji têkoşîna di serî de ya Rêber Apo, her sê hevrêyên me, bi hezaran pêşeng û hezaran şehîdên PKK’ê nebûna, DAIŞ wê têk neçûba, wê biba beşek siyasî ya Rojhilata Navîn û Amerîka çawa neçar ma li gel Talîbanan wê li gel DAIŞ û dîsa komên çete yên girêdayî Tirkiye têkilî danîba û biketa nava dan û standinan.

'YÊN BÊN DADGEH KIRIN ERDOGAN Û HEVKARÊN WÎ NE'

Ên ku bên dadgehkirin divê di serî de Erdogan û hevkarên dewleta Tirk ku di rastî de li pey îdeolojiya û siyaseta DAIŞ’ê ne. Bi deh hezaran çete li çar aliyên cîhanê bi rêya Tirkiye veguhêstin Sûriye û Iraqê. Van çeteyan li Sûriye û Iraqê komkujiyên mezin kirin. Ev çete bi rêya Tirkiye derbasî Ewropa, Efrîka û Kafkasan hatin kirin û li van deran jî komkujî û sûcên dijmirovahiyê kirin û dikin. Tirkiye ev hem li ber çavê Amerîka kir, hem jî di encamê de bi erêkirina Amerîkayê dixwaze bibe sponsorê hemû komên çete yên cîhadîst li seranserî cîhanê.

'EV BIRYAR PIRSGIRÊKA KURD KÛRTIR DIKE'

Ev biryara Wezareta Karên Derve erêkirina biryara berî niha bi sê salan hatibû girtin û dîsa neçareserkirina pirsgirêka Kurd. Di heman demê de dibe hevkariya siyaseta qirkirina fizîkî û siyasî ya li ser gelê Kurd ku desthilata faşîzan a Erdogan û Bahçelî serkêşiyê dike. Ev yek hewldaneke bazirganiyê ye ya li ser xwîna gelê Kurd û gelên din ên herêmê ku dixwaze dewleta Tirk a faşîst û Erdogan razî bike, ji bo siyaseta li herêmê û navdewletî ku Amerîka piştevaniyê dike. Çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, kilîda çareseriya hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn e. Bi vê biryarê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê dide nîşandan ku li ser kûrkirina pirsgirêka Kurd dixwaze krîz, alozî û komkujiyên li Rojhilata Navîn bidome.

'DIVÊ AMERÎKA JI VÊ BIRYARÊ VEGERE’

Berî 22 salan dewleta Amerîka bê ku pîvaneke yasayî ya hiqûqa navdewletî û dîsa pîvanên exlaqî û siyasî li ber çav bigire, hemû hêzên xwe xiste nava tevgerê ji bo dîlgirtina Rêber Apo û radestî dewleta Tirkiye ya faşîst kir. 22 sal e Rêber Apo ne li gorî ti yasayek ya mirovî tê dîlgirtin û di nava tecrîdeke giran de tê ragirtin. Ev sûcekî mezin ê siyasî, exlaqî û mirovî ye. Li şûna ku Amerîka sîxûriyê li ser pêşeng û kesayetên siyasî Kurd bike, divê ji ber dîlgirtina Rêber Apo û tecrîda giran lêborînê di serî de ji gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn bixwaze. Ji ber ku ev siyaseta kiriye ku Amerîka pirsgirêka Kurd bê çareserî bihêle, rêya rijandina xwîna bi hezaran mirovî vekiriye. Ev biryara ku li ser sê hevrêyên me yên pêşeng hatine danîn, berdewama heman siyaseta berê ye, ji bo wê ye ku tavilê divê rêveberên Amerîka lêborînê ji gelê Kurd û gelê Amerîka bixwazin. Vê dîroka şaş û derexlaqî rast bike, ji bo rastkirina wê bikeve nava tevgerê. Ew jî azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsa Kurd bi rêyên demokratîk dibe.

Ev biryara Wezareta Derve ya Amerîka ne xelat e, berovajî bertîle ji bo sîxûrîkirinê ye. Amerîka bi vê yekê dixwaze tevnên sîxûriyê li nava civaka Kurd rabiçîne. Sîxûriyê rewa bide nîşandan, bi vê yekê çand û exlaqê civaka Kurd tine bike. Ev biryara Amerîka tê wateya sîxûrîkirin ji bo dezgeha MÎT’a Tirk û derfetên nû ji bo DAIŞ’ê bide avakirin. Ji ber ku ev her sê têkoşer di mijara têkbirina pîlan û tevgerên DAIŞ’ê û MÎT’a Tirk a li Rojhilata Navîn xwedî rolên esasî û sereke ne.

Li vir bang li raya giştî ya mirovahî û bi taybet raya giştî ya Amerîka û gelê Kurd dikin; ev biryar rast e rast di berjewendiya dewleta faşîst a Tirk û DAIŞ’ê de ye. Bi hemû rêyên demokratîk û siyasî bikevin nava liv û tevgerê, zextê li Amerîka bikin ku ji vê biryar û hewldanê veger û hew komkujî û jenosîdê li ser gelê Kurd û herêmê pêk bîne."