​​​​​​​Hêzên ewlekariya benda li taxa Tey a Qamişloyê kontrol kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn benda ku diçe taxa Tey a bajarê Qamişlo ku di bin serweriya "Dîfaa El-Wetenî" de bû, kontrol kir.

​​​​​​​Hêzên ewlekariya benda li taxa Tey a Qamişloyê kontrol kir
20 nîsan, 2021   21:43
QAMIŞLO

Hêzên Ewlekariya Hundirîn benda kontrolê ya diçe taxa Tey a bajarê Qamişlo ku jê êriş dest pê kir, kontrol kir.

Hêzên ewlekariyê teqwiye li beramberî taxa Tey a di bin serweriya "Dîfaa El-Wetanî" ya girêdayê hêzên hikumeta Şamê de, bi cih kirin.

Li bajarê Hesekê jî ji ber îhtîmalên êrişên "Dîfaa El-Wetanî" ku li sêkoşiya ewlehiyê ne, Hêzên Ewlekariya Hundirîn di nava liv û tevgerê de ne.

Tê payîn ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê êrişê de daxuyaniyekê bide.

ANHA