Dayika şehîd Hevrîn: Heger em bixwazin bi azadî bijîn divê em xeta şehîdan bişopînin

Dayika şehîd Hevrîn Xelef a bi rêya telefonê beşdarî merasîmê sersaxiyê yê şehîd Zinar Efrîn bibû got, ew wekî dayikên şehîdan divê serî hildin, ji ber ku zarokên wan zilm û desthilata li ser gel û xaka xwe qebûl nekin û di oxira azadî û aştiyê de canê xwe dan.

Dayika şehîd Hevrîn: Heger em bixwazin bi azadî bijîn divê em xeta şehîdan bişopînin
19 nîsan, 2021   16:19
HELEB

Dayika şehîd Hevrîn Xelef, Sûad Mistefa bi rêya telefonê beşdarî merasîmê sersaxiyê yê Şêwirmendê Rêveberiya Xweser ê xeta Rojhilat a herêma Dêrazorê û endamê Partiya Sûriya Pêşerojê Zinar Efrîn bû ku li taxa Şêxmeqsûd a Helebê hatibû lidarxistin.

Dayika şehîd Hevrîn Xelef di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji malbata şehîd Zinar Efrînê re xwest û tevahî cangoriyên azadiyê bi bîr anîn.

Sûad Mistefa got: "Ez ji malbata şehîd Zinar û tevahî malbatên şehîdan re dibêjin ku serî hildin in, ji ber ku ewldanên we di oxira projeya yekitî û biratiya gelan û avakirina Sûriyeke azad û demokratîk de berdêlên giranbuha dan."

 Dayika şehîd Hevrîn wiha domand: "Ez vê ji we re dibêjin, heger em bixwazin bi azadî bijîn divê em xeta şehîdan bişopînin."

Sûad Mistefa, dayika şehîd Zinar Efrîn muxateb girt û wiha got: "Serê xwe hilde, zarokên me ji me re cihê serferaziyê ne, leheg in, zilma li ser gelê xwe qebûl nekirin, parastina mirovahiyê kirin, em jî li vir şopdarên xeta wan in."

Dayika şehîd Hevrîn diyar kir ku Sûriya ya sûriyan bi Ereb, Kurd, Xiristiyan, Suryan, Tirkmen, Asûr û hemû mezheb û olên xwe ye û got: "Em biratiya gelan pêk tînin, nirxên mirovahiyê ku şehîdan di rêya wê de canê xwe dane, diparêzin."

Têkildarî fedekariyên ku şehîdan dane, Sûad Mistefa wiha anî ziman: "Şehîdan ji bo rizgarkirina Sûriyê û pêkanîna aştiyê li ser xaka xwe canê xwe dan, heger Sûriya azad be, em hemû azad in, em Efrîn ji dagirkeran re nahêlin û şêniyên wê yên girtî nahêlin, em ê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî rizgar bikin."

Dayika şehîd Hevrîn Xelef, Sûad Mistefa di dawiya axaftina xwe de banga yekitiyê li kesên bi rûmet û welatparêzan ên Sûriyê kirin û wiha got: "Bi hev re em welatê xwe ava bikin ku me tevan bihewîne."

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/07oezXSBG7Y" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>