Balafirên şer ên Rûsyayê nuqteyên çeteyên DAIŞ'ê bombebaran kirin

Balafirên şer ên Rûsyayê zêdetirî 70 caran herêmên belavbûna çeteyên DAIŞ'ê yên li çolistana Sûriyê bombebaran kirin.

Balafirên şer ên Rûsyayê nuqteyên çeteyên DAIŞ'ê bombebaran kirin
18 nîsan, 2021   11:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên şer ên Rûsyayê di 24 saetên dawîn de zêdetirî 70 caran eniya Esreya û derdora wê ya gundewarên rojhilatê Hemayê, çolistana El-Resafê ya gundewarên Reqayê, herêmên din ên sêgoşeya Heleb-Hema-Reqayê û her wiha sînorên di navbera Reqa û Dêrazorê de bombebaran kirin.

Balafiran  şikeftên ku çete lê dimînin û xetên paşîn ên çeteyan kirin hedef. Di encamê de gelek çete hatin kuştin û birîndar bûn.

(dx)