Dagirkeran li Efrînê mezargeheke êzidiyan rûxand

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê mezargeha Şêx Hemîd a êzidiyan a li gundê Qestel Cindo rûxand û darên li derdora mezargehê birîn.

Dagirkeran li Efrînê mezargeheke êzidiyan rûxand
16 nîsan, 2021   13:30
ŞEHBA

Çavkaniyên ji navçeya Şerayê ragihand ku artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê mezargeha Şêx Hemîd a êzidiyan a li gundê Qestel Cindo rûxand û darên bi temen ên li derdora wê birîn.

Mezargeha Şêx Hemîd ji bo kurdên êzidî cihekî pîroz e ku di şahî û cejnan de serdana wî dikin. Çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi armanca lêgerîna kevnerên dîrokî çend caran mezargeh hilweşand.  

Ev ne cara yekemîn e ku dewleta Tirk û çeteyên wê sûcên xwe li dijî mîraseya çandî ya êzidiyan pêk tîne. Piştî dagirkirina kantona Efrînê gelek mezargeh  rûxandin.

Beriya vê jî çeteyên dewleta Tirk mezintirîn mezargeha êzidyan a li çiyayê Şêx Berekat a bajarê Derêt Ezê desteser kirin û piştî ku kevneşopên êzidiyan ji wir derxistin mezargeh kir navenda çavdêriyê.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/hqFsfEbdUqo" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>