`Divê em ji bo azadiya Rêbertî têkoşînê bilind bikin`

Dayîkên şehîdan da zanîn ku rêber Ocalan ji bo rizgarkirina gelên bindest û jinan kedeke mezin da û got divê ew ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan asta têkoşîna xwe bilind bikin.

`Divê em ji bo azadiya Rêbertî têkoşînê bilind bikin`
10 nîsan, 2021   06:48
HELEB-MIHEMED EBDO

Dewleta Tirk a dagirker hîn jî li dijî rêber Abdullah Ocalan siyaseta tecrîda tund dide meşandin û nahêle malbat û parêzer pê re hevdîtinan pêk bînin. Di vê derbarê de ajansa me hevdîtin bi gelek dayîkên şehîdan ên bajarê Helebê re çêkir. Dayîkên şehîdan diyar kir  ku ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan divê di hemû aliyan de têkoşîna xwe bilind bikin.

Dayîka şehîd Viyan, Sedîqe Mihemed axivî û ji Helebê silav ji rêber Abdullah Ocalan û girtiyên Kurd ên di girtîgeha artêşa Tirk a dagirker de ne re şandin.

ꞌJI BO AZADIYÊ BERDÊL TÊ DAYÎN, LÊ EM NE POŞMAN INꞌ

Sedîqe Mihemed ev yek li  gotina xwe zêde kir: "Em her tim gotina "şehîd namirin" dibêjin, ev jî tê wateyê ku em soza şopandina rêya şehîdan û xeta rêber Abdullah Ocalan dişopînin, rêber Ocalan jiyana xwe kiriye xizmeta doza gelê xwe û hemû gelên bindest , aso ji me re vekirin, da ku em rastî û rewşa  xwe nas bikin û ji bo azadiyê li ber xwe bidin û parastina nasnameya xwe bikin."

Der barê berdêlên ku ji bo parastina nasnameya kurdî hatine dayîn de, Sedîqe Mihemed wiha got: "Me bi hezaran şehîd dan û em ne poşman in, ji ber ku qelengê azadiyê buha ye, îro rêberê me girtî ye û ev yek dihêle ku em bi hêrs bibin, ji lew re divê CPT bi erka xwe rabe û berê xwe bide Îmraliyê, da ku li pêşberî gel rewşa rêber Apo eşkere bike."

Têkildarî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî rêber Abdullah Ocalan dide meşandin, Sedîqe Mihemed da zanîn ku ne pêkan e ew tecrîdê li ser rêber Abdullah Ocalan û qedexekirina hevdîtina parêzer û malbatê bi rêber Ocalan re qebûl bikin.

Sedîqe Mihemed di dawiyê de destnîşan kir ku ew ê têkoşînê ji bo azadiya rêber Ocalan berdewam bikin, heta ku civaka navneteweyî ji bêdengiya xwe derdikeve û daxwazên wan pêk tîne.

ꞌBI SAYA RÊBER ABDULLAH OCALAN ME NASNAMEYA XWE NAS KIRꞌ

Dayîka şehîd Mezlûm, Emîne Ebdo axivî û diyar kir ku rêber Ocalan bi pêkanîna şoreşa azadiyê li çar aliyên Kurdistanê, hişt ku rejîmên dîktator hesabê Kurdan bikin, ew jî piştî ku gelê Kurd li ber keviya têkçûyînê bûn, pêk hat. 

Emîne Ebdo îşaret bi cewherê fikirê ku rêber Abdullah Ocalan ji jinên Kurd re pêşkêş kiriye, kir û got: "Bi armanca parastina nasnameya xwe, me xwest beşdarî çalakiyên ku partiyên beriya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê were damezirandin, orgenîze dikirin, bibin, lê wan partiyan girîngî nedidan jinên Kurd û tevlêbûna me red dikirin."

Emîne Ebdo diyar kir ku rêber Ocalan heqîqet û vîna jinan bi wan da naskirin û ji wan re rê nîşan da ku tevlî hemû  qadan bibin û ev yek lê zêde kir :"Ji me re got ku azadiya Kurdistanê di rizgarkirina jinên Kurd de ye."

Emîne Ebdo di dawiyê de wiha got: "Ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan divê em asta têkoşîna xwe bilind bikin."

ꞌJI MAFÊ HER KESÎ YE KU TEVLÎ ŞOREŞÊ BIBEꞌ

Dayîka Şehîd Ozgûr, Fayze Xelîl diyar kir ku armanca dijmin ew e ku gelê Kurd qir bike, Kurdistanê parçe bike û şoreşên wê biçewisîne, lê bi derketina rêber Abdullah Ocalan re Kurdan karî hêviyên xwe zindî bikin û parastina nasnameya xwe bikin.

Fayze Xelîl der barê perspektîfên rêber Abdullah Ocalan de got: "Gelek caran em bi rêber Abdullah Ocalan re rûniştin, Rêbertî ji me re digot tevî gelek plan û komplo li dijî me hene jî divê em bi dozê re hevgirtî bin. Her wiha rêber Apo ji me re destnîşan dikir ku bêyî cudabûn ji mafê her kesî ye ku tevlî şoreşê bibe û cihê xwe tê de bigire."

Fayze Xelîl di dawiyê de îsrara li ser banga azadiya ji rêber Ocalan re nîşan da û got divê zext li dewleta Tirk a dagirker were kirin ku rêber Ocalan serbest were berdan.

(eh)

ANHA