Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê piraniya kesên ku test çêkirine bi koronayê ketine

Piraniya welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku testa koronayê (Covid-19) çêkiriye, bi koronayê ketine. Hevserokê Desteya Tenduristiyê bang li welatiyan kir ku testên xwe çêkin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê piraniya kesên ku test çêkirine bi koronayê ketine
10 nîsan, 2021   00:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêla sêyemîn a vîrusa koronayê belav bûye û hejmara pêketî û miriyan ên li gel Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine qeydkirin, roj bi roj zêde dibe.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku wan ji Nîsana par ve test ji 32 hezar û 922 kesan re çêkirine, heta niha 11 hezar û 769 kes bi vîrusê ketine, jê 415 kes mirine û hezar û 354 kes jî baş bûne.

Aliyên peywendîdar piştrast kir ku hejmara pêketiyên vîrusa koronayê zêdetirî hejmara li cem Desteya Tenduristiyê ye û sedema vê yekê jî ew e ku kesên guman bi wan heye ku bi vîrusê ketine, naçin navenda desteya tenduristiyê da ku testan çêkin.

Bi armanca pêşîlêgirtina vîrusa koronayê ya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şaneya Aloziyê ya ku rêjeya pêketeyên vîrusê dişopîne û tedbîrên pêwîst digire, li Qamişlo, Hesekê û Reqayê ji 6`ê Nîsanê û heta 12`yê heman mehê qedexeya giştî ragihand. Her wiha li herêma Firatê jî ji 9`ê Nîsanê ve qedexeya giştî kete meriyetê û dê heta deh rojan berdewam bike. Li aliyekî din jî şaneyê li herêmên din qedexeya beşî ku ji saet 4`ê piştî nîvro dest pê dike, ragihand.

Şaneya Aloziyê diyar kir ku hejmara pêketiyên vîrusa koronayê ya rojane zêde dibe û li gorî hejmarên hatin qeydkirin rojane 5 kes dimirin û 250 kes jî pê dikevin.

Şaneya Aloziyê ya  Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li welatiyan kir ku li gorî tedbîrên xweparastina ji vîrusa koronayê tev bigerin, maskan li xwe bikin û dûrî hev û kombûnan bikevin.

(eh)

ANHA