Mizgîn Ehmed: Rojbûna rêber Ocalan rojbûna heqîqeta mirovahiyê li Rojhilata Navîn e

Endama Komîteya Azadiya Rêber Ocalan Mizgîn Ehmed got, rojbûna rêber Ocalan rojbûna heqîqeta mirovahiyê li Rojhilata Navîn e. Mizgîn Ehmed bang li şêniyan kir ku li derdora rêbertî kom bibin têkoşînê xurtir bikin, da ku nehêlin pergalên desthilatdar nirxên gelên Rojhilata Navîn têk bibin.

Mizgîn Ehmed: Rojbûna rêber Ocalan rojbûna heqîqeta mirovahiyê li Rojhilata Navîn e
4 nîsan, 2021   17:19
ŞEHBA – FÎRAS ÎBRAHÎM

Di şahiya rojbûna rêber Abdullah Ocalan a li Şehbayê de, endama Komîteya Azadiya Reber Abdullah Ocalan Mizgîn Ehmed axivî. Mizgîn Ehmed rojbûna rêbertî li gelê Kurd û tevahî gelên cîhanê pîroz kir û got:'' Rojbûna rêber Ocalan rojbûna heqîqeta li Rojhilata Navîn, rojbûna mirovahî û mirovên azad e. Rojbûna rêbertî bûye rojbûna nasnameya gelên Rojhilata Navîn e''.

Mizgîn piştrast kir ku pergalên desthildar û mêtînger hewl didin ku di kesayeta rêber Ocalan de gelê Kurd û tevahî gelên Rojhilata Navîn tune bikin û li ser vê bingehê rêber Ocalan wiha dibêje: '' Ez dizanim ku gelê Rojhilata Navîn ji ber rêjîma hovane di şert û mercên dijwar re rû bi rû dimînin.''

Mizgîn Ehmed got: "Divê em li derdora fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan kom bibin da ku rastiya neteweya demokratîk û jiyana azad nas bikin û pêşkêşî gelên Rojhilata Navîn bikin. Em li pêşberî berpirsyartiyeke dîrokî, wijdanî û exlaqî ne ku rêber Ocalan girtiye ser milê me."

Mizgîn Ehmed banga xurtkirina berxwedan û yekitiya gelan kir û wiha domand: "Ji bo ku em karibin Rojhilata Navîn vegerînin kokên wê yên bingehîn divê em berxwedanê xurttir bikin, yekitiya gelan ava bikin û dengê wan bikin yek, ji ber ku pergalên mêtînger hewl didin çandên tevahî pêkhateyan û nirxên civakê biçewisînin."

Di berdewama axaftina xwe de endama Komîteya Azadiya Rêbertî got, ev serdem bûye serdama neteweya demokratîk, azadiya rêber Abdullah Ocalan û mayîna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha pê de çû: "Ji ber ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo rêveberiya xwe ya rewa ked da, ev rêveberî yekitiya gel û rêberê wê diparêze."

Mizgîn Ehmed diyar kir ku pergalên serdest hewl didin dengê gel bisekinin û got: "Lê dema ku hêrsa gel û kombûna wê li derdora rêbertî û çalakiyên tevahî pêkhateyan li qad û kolandan dîtin, tecrîda li ser rêbertî girantir kir, ji ber ku fikirê rêbertî tevahî gelan şiyar dike."

Endama Komîteya Rêbertî Mizgîn Ehmed axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Dewleta Tirk û hêzên serdest bi îdiayên der barê tenduristiya rêber Apo de hewl da ku gel serî daxîne, lê dema ku Kurd  û şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibêjin bê serok jiyan nabe divê tevahî cîhanê vê rastiyê nas bike û şaştiyan neke, ji ber ku ev şaştî wê li ser serê wan bibe belayek."

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/QWnIENsvfew" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>