Li Eyn Îsayê du zarok xeniqîn

Li gundekî Eyn Îsayê du zarokên bira di kenalekê avdanê de werbûn û xeniqîn.

Li Eyn Îsayê du zarok xeniqîn
4 nîsan, 2021   14:07
EYN ÎSA

Li gundekî Hîşê yê 15 km rojhilatê navçeya Eyn Îsayê zarokê bi navê Abdulxefûr Salih El-Xelef (15) di kenaleke avdanê de wer bû. Birayê wî yê bi navê Îbrahîm Salih El-Xelef (16) ku hewl dida wî xilas bike, ew jî di kendalê de werbû. Her du xeniqîn.

Piştî saetekê şêniyan cenazeyên her du birayan ji avê bi derxist.

(fr)

ANHA