Digel bihabûnê... çandina sebzeyên malê çareserî ye

Welatiyê bi navê Salih Mihemed diyar kir ku  di demeke ku rewşa aborî gelekî xerab bûye de, çandina li sebzeyan malê, sûdmendiyeke mezin bi xwe re anî û bi vê yekê ji sedî 90 ji pêşwîstiyên xwe yên malê dabîn kir.

Digel bihabûnê... çandina sebzeyên malê çareserî ye
1 nîsan, 2021   08:28
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Ji ber daketina nirxê lîreya Sûriyê li hember dolar, herêmên Sûriyê bi giştî û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet zehmetiya bihabûna nirxên hemû kel û pelan dikişînin.

Li aliyekî din  jî hikumeta Şamê dergehên bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re girtin, ambargo li ser herêmê ferz kir û nahêle madeyên xwarinê derbasî herêmê bibin.

Bi armanca derbaskirina bihabûna nirxên sebzeyan ên li bazaran û da ku ji derve nexwazin, şêniyên navçeya Til Temirê sebzayan li malê diçînin û barê debarê li ser xwe sivik dikin.

/kr/uploads/files/2021/04/01/083031_dsc_0153-.webp

Welatiyê bi navê Salih  Mihemed ê ji şêniyên navçeya Til Temirê ku li mala xwe sebze çandine, ji ajansa me re der barê sûdmeniya vê yekê axivî.

Mihemed di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku rûbera erdê ku ji bo çandina sebzeyan kiriye bostan, zêdetirî donimekî ye û sedema vê yekê ew e ku daketina nirxa lîreya Sûriyê li hember dolar, bandorek neyênî li rewşa jiyanî kir.

Salih Mihemed destnîşan kir ku çandina wî ya ji sebzeyên demsala havînê yan jî ya zivistanê re, ji bo dabînkirina pêwîstiyên malê, xezim û xwişk û birayên wî ye, da ku bilindbûna nirxê kelûpelan ên li bazaran û ji derve nekirin, tawîz bike.

Mihemed diyar kir ku bilindbûna nixên kel û pelan û daketina nirxa lîreya Sûriyê ya li hember dolar, xwedan bandoreke mezin e, ji ber ew êdî nikarin pêwîstiyên xwe bikirin û ji ber bilindûna nirxan dev ji hin xwarinan berdane.

Sebzeyên ku Mihemed li baxçeya xwe yê biçûk a li pêşiya malê çandiye, sûdeke mezin pêk anî, ji ber ku ji sedî 90 pêwîstiyên wî yên ku ji bazaran dikirî, dabîn kiriye.

Salih Mihemed li baxçeyê xwe yê biçûk ev sebze çandine; xes, pelên silkan û pîvaz. Salih E-Mihemed diyar kir ku dema mewsima çandina van bi dawî bibe, ew ê sebzeyên havînê jî yên wekî firingî, miloxiyê, îsot û xiyaran jî biçîne.

Di dawiyê de Mihemed bang li xwediyên zeviyan kir ku li zeviyên xwe sebzeyan biçînin, da ku ji bazaran nekirin, ji ber li herêmê nirxên kel û pelan bilind e.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ZuV-MU46Oqc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>