Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 3 kesên din ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dan

Desteya Tenduristiyê ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber koronayê 3 kesên din jiyana xwe ji dest dan û 161 kes jî pê ketin.  

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 3 kesên din ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dan
31 adar, 2021   12:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa da zanîn ku kesên ku jiyana xwe ji dest dane jinek û mêrek ji Hesekê ne û mêrek jî ji Qamişlo ye.

Mistefa diyar kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 161 kesên din bi korona ketine, ji wan 82 mêr in û 79 jî jin in û li van herêman in:

Hesekê: 34

Qamişlo: 79

Dêrik: 23

Dirbêsiyê: 3 

Reqa: 20

Tebqa: 2

Her wiha Mistefa diyar kir ku 4 kesên ku di demên berê de bi koronayê ketibûn jî baş bûne.

Bi vî awayî hejmara pêketiyên korona li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihaşt 10 hezar û 59 kesan, ji wan 378 kesan jiyana xwe ji dest dane û hezar û 307 kes jî baş bûne.