​​​​​​​Di çalakiya konê xwepêşandanê de wêneyên rêber Ocalan hatin xêzkirin

Komîna wênesaziyê ya kantona Şehbayê wêneyên rêber Abdullah Ocalan zêx kirin. Ev yek di dema çalakiya konê xwepêşandanê ya ku di roja 13 de didome pêk hat.

​​​​​​​Di çalakiya konê xwepêşandanê de wêneyên rêber Ocalan hatin xêzkirin
30 adar, 2021   12:10
ŞEHBA-LÎNDE ŞÊX

Konê xwepêşandanê ya ku ji hêla Tevgera Ciwanên Şoreşger bi hevkariya bi Kongreya Star a herêma Efrînê di 18'ê Adarê de li qada dibistana Siwaqa ya navçeya Fafînê di roja xwe ya 13'an de, didome.

Di çalakiya xwepşandanê de komîna wênesaziyê wêneyên rêber Abdullah Ocalan li qada xwepêşandanê xêz kirin.

Her wiha endamên saziyên sivîl, şêniyên kantona Efrîn û Şehbayê û şêniyên navçeyan tevlî konê xwepêşandanê bûn.

10 endamên komîna wênesaziyê beşdarî xêzkirina wêneyan bûn, ajansa me nêrînên hinek beşdarvanan girt.

Şêniyê bi navê Reşîd Dawûd endamê komîna wênesaziyê got: "Ji ber ku em bi rêber Abdullah Ocalan û fikir û Felsefeya wî ve girêdayî ne, em 10 wênexêz tevlî çalakiya konê xwepêşandanê bûn."

Dawûd wiha domand "Bi armanca azadkirin û serbestberdana rêber Ocalan ji zîndana faşîst a dewleta Tirk, ev kon hatiye vedan." Dawûd wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Bi rêya van wêneyan em hezkirina xwe ji rêber Abdullah Ocalan re tînin zîman. Em ê heya rizgarkirina rêberê me li ser piya bin."

Ji aliyekî din ve, endama komîna wênesaziyê Zeyneb Yûsif got: "Em îro tevlî xwepêşandanê bûn ji bo ku wêneyên rêber Ocalan xêz bikin. Armanca me azadiya rêber Ocalan û dengê xwe gihandina seranserî cîhanê ye, em bê rêber Ocalan ne azad in."

Zeynebê axaftina xwe wiha bi dawî kir "Em dixwazin jiyaneke birûmet bi rêberê xwe re bijîn û zordestiya li dijî gelê Kurd rakin."

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/88Pg2OZMkNg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>