​​​​​​​Karwanên Koalîsyona Navneteweyî li Iraqê hatin hedefgirtin

Li Babil û Dîwaniyê yên Iraqê karwanên leşkerî yên Koalîsyona Navneteweyî hatin hedefgirtin.

​​​​​​​Karwanên Koalîsyona Navneteweyî li Iraqê hatin hedefgirtin
29 adar, 2021   09:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên çavkaniyên leşkerî dane medya Iraqê, îro li nêzî parêzgeha Dîwaniyê bombebeyek bi karwanê leşkerî yê Koalîsyona Navneteweyî ve teqeiya. Di encamê de wesayîtek leşkerî şewitî.

Hate ragihandin ku li ser rêya Babilê jî karwanê leşkerî yê koalîsyonê bûye armanc û ziyan gihîştiye wesayîtên wan.

(cx)