Bi serdana Netanyahu re: Moşekek ji Xezayê ber bi başûrê Îsraîlê ve hate avêtin

Nûçegihana me ji Xezayê daxuyand ku bi rasthatina serdana Benjamin Netanyahu ji bajêr re, moşekek ji Xezayê ber bi bajarê Biir El-Sebi yê başûrê Îsraîlê ve hate avêtin.

Bi serdana Netanyahu re: Moşekek ji Xezayê ber bi başûrê Îsraîlê ve hate avêtin
23 adar, 2021   19:05
XEZA

Artêşa Îsraîlê vê êvarê ragihand ku Xezayê moşekek avêt nêzî bajarê Biir El-Sebe yê başûrê welat.

Li gorî raporên îsraîlî, moşek li nêzî bajarê Biir El-Sebe bi rasthatina gera serokê hikumeta Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji herêmên başûr re pêk hat. Ev serdan ji bo hişyarkirina alîgirên Likud ku berê xwe bidin sandoqên dengdayînê pêk hat.

Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku beriya çend kêliyan moşekek ji Xezayê de ber bi Îsraîlê ev hate avêtin.

Kanala Kan 11 a îsraîlê jî da zanîn ku cara yekê ye ku moşeka berxwedana Filistînê ya Xezayê di roja hilbijartinên giştî yên Îsraîlê de tê avêtin.

Li gorî çavkaniyan, moşeka ku hatiye avêtin ji cureya Grad e û li gorî raporan dê artêşa Îsraîlê bersiva wê yekê bide.

Ev buyer bi rasthatina berdewama hilbijartinên Îsraîlê ve pêk hat. Her wiha komîteya navendî ya hilbijartinên Îsraîlê îro ragihand ku rêjeya dengdayîn heta niha ji sedî 51,5 derbas kiriye û kêmî hilbijartinên borî ku di 2’yê Adara 2020’an de çêbûne bi rêjeya ji sedî 4,7 e.

Vê sibehê saet 7’an ji bo dengdayîna li ser hilbijartinên parlamentoya Îsraîlê (Knesset) deriyên dengdayînê hatin vekirin û dê heta saet 10’an li ber xwe bide. Lê dema sendoqên dengdayîn hatin girtin, dê encamên wê li ser televîzyonê werin eşkerekirin. Lê encamên fermên yên destpêkê dê sibe eşkere bibin û encamên dawîn jî roja înê ne.

(fr)

ANHA