Parêzer û malbata rêber Ocalan ji bo hevdîtina lezgîn serlêdan kirin

Parêzer û malbata rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina lezgîn a bi miwekîlê xwe re serî li serdozgeriya Bûrsayê da.

Parêzer û malbata rêber Ocalan ji bo hevdîtina lezgîn serlêdan kirin
22 adar, 2021   10:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Serlêdan ji aliyê malbat, parêzer û vasîsê rêber Abdullah Ocalan li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê hate kirin.

Parêzer Faîk Ozgur Erol, Rêzan Sarica, Cengîz Yureklî û Serbay Koklu piştî îdîayên li ser medyaya dîjîtal ku ji bo tenduristî û ewlekariya muwekîlên xwe, xwestin bi lezgînî hevdîtin were kirin.

Parêzeran xwestin bi girtiyên din ên li Îmraliyê bi Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim re jî bi lezgînî hevdîtin were kirin.

Bi heman daxwazê Mehmet Ocalan ê ku birayê rêber Abdullah Ocalan e û vasîsê wî Mazlûm Dînç, Alî Konar ê ku birayê Omer Hayrî Konar e, Polat Yildirim ê ku birayê Hamîlî Yildirim e û Melîhe Çetîn a ku xwişka Veysî Aktaş e xwestin hevdîtin pêk werin.

Di daxwaznameyan de hate diyarkirin ku têkiliya dawîn a bi rêber Ocalan re di 27’ê Nîsana 2020’an de bi rêya telefonê hatiye kirin û hate gotin, “Hemû serlêdanên me bi hincetên ku li dijî hiqûqê ye an hatine redkirin an jî bersiva wan nehatiye dayîn.”

Di serlêdanê de hate diyarkirin şertê tecrîdê giran bûye û qedexeya êşkenceyê bi awayekî sîstematîk hatiye îhlalkirin û qala raporên CPT’ê yên li ser vê meseleyê hate kirin.

Di serlêdanê de ev tişt hatin diyarkirin, “Herî dawîn di 14’ê Adara 2021’an de li ser hin malperan û hesabên medyaya civakî derbarê jiyana muwekîlê me hin îddîa hatine kirin. Ji ber tecrîdê nûçeyên wisa derdikevin. Ji bo ev fikarên me werin zelalkirin, divê em bi lezgînî hevdîtinê pê re bikin. Li ser vê bingehê divê şertên hevdîtina bi malbat û parêzeran a muwekîlê me pêk were û daxwaza me ya serdanê were qebûlkirin.”