Li kampa Newroz agirê Newrozê hate dadan

Koçberên Girê Spî û Serêkaniyê yên li kampa Newroz a li Dêrikê şahiya Newrozê li dar xist.

Li kampa Newroz agirê Newrozê hate dadan
Li kampa Newroz agirê Newrozê hate dadan
Li kampa Newroz agirê Newrozê hate dadan
Li kampa Newroz agirê Newrozê hate dadan
19 adar, 2021   15:34
QAMIŞLO

Endamên Kongreya Star, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), saziyên civaka sivîl û koçberên Serêkaniyê û Girê Spî tev li pîrozbahiyê bûn.

Qada pîrozbahiyê bi wêneyên rêber Abdullah Ocalan, alên YPG, YPJ, Tevgera Ciwanên Şoreşger û wêneyên şehîdan hatibû xemilandin.

Piştî deqeya rêzgirtin, endamê PYD'ê Hisên Remedan, Newroz li beşdaran pîroz kir û diyar kir ku Newroz wateyên hezkirin û aştiyê di nav xwe de hildigire.

Remedan her wiha got: "Herêmên ku dewleta Tirk û çeteyên wê dagir kirine, zû an dereng wê li hembêza Bakur û Rojhilatê Sûriyê vegerin, dê şênî li warê xwe vegerin. Berdêl çiqas giran be em ê xak û bajarên xwe ji dagirkeran re nahêlin."

Endama rêveber a Kongreya Star Şadiya El-Yûsif jî Newroz li tevahî gelên azadîxwaz, koçberên Girê Spî, Efrîn û Serêkaniyê pîroz kir û hêvî kir ku Newroza bê bibe sala serkeftin û vegera şêniyan li warê xwe.

Piştî axaftinan Koma Cûdî stranên şoreşgerî pêşkêş kirin, her wiha  Koma Ciwanên Kampê Govendên Folklorî pêşkêş kirin.

Di dawiya de şêniyên agirê Newrozê di nava diruşmeyên silavkirina berxwedana YPG, YPJ û QSD'ê dadan.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/3Y6E1u7FMVY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>